Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin 2021-01-07 12:28:27   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi boneya hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 21 sal in li Girtîgeha Îmrali ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F tê girtin. Ji parêzerên Ocalan, Newroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç bi boneya bi miwekîlên xwe re sibê hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    QEDEXEYA HEVDÎTİNA PARÊZERAN   Ji parêzerên Ocalan, Newroz Ûysal û Rêzan Sarica piştî 8 salan di 2 û 22’yê Gulanê, 12 û 18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxa 2019’an hevdîtin pêk anîbûn.    Serdozgeriya Bûrsayê bi hêceta “Nexşerê” ya Ocalan ku di sala 2009’an de pêşkêşî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê kiriye, di 23’yê Îlona 2020'an de 6 meh qedexeya hevdîtinê danîbû ser parêzeran.