Nûçeya Sakîne Cansiz hat sansurkirin 2021-01-07 11:32:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Facebookê, têkildarî nûçeya siyasetmedara jina kurd a li Parîsê hatibû qetilkirin Sakîne Cansiz weke "Li dijî standartên civakê ye" dît û sansur kir.     Platforma medya civakî Facebookê nûçeya Jin Newsê ya bi ser navê "Navê raperîna ji porê sor diweşe Sakînye.." a derbarê siyasetmedara jinan kurd Sakîne Cansiz a di 9'ê Çileya 2013'an li Parîsê hatibû qetilkirin de serwîs kir, bi hinceta "Li dijî standartên civakê ye" sansûr kir.    Facebookê, ev sansura xwe bi van hincetan rave kir: "Ev şandeya we, li dijî standartên civakê ye. Ji bilî we kes nikare vê şandeya we bibîne. Ji bo ku ev şandeya we li cîhanê xuya neke, me pêwîstî dît ku em pêşî lê bigirin."