Li Esenlerê jinek hat kuştin 2021-01-07 11:15:43   STENBOL - Nerîman Kivrak a li Esenlerê dijiya, ji aliyê kes an jî kesên ne diyar ve bi amûrên birînê hat qetilkirin.    Li navçeya Esenler a Stenbolê, Nerîman Kivrak a 68 salî, ji aliyê kes an jî kesên nasnameya wan ne diyar ve, bi amûrên birînê hat qatilkirin. Xizmên Kivrak ên 2 rojan agahî jê negirtin, xeber dan polîsan. Li ser vê yekê ekîbên tenduristiyê û polîsan hatin sewqî cihê bûyerê hatin kirin.  Ekîbên tenduristiyê, di lêkolîna kirin de, diyar kirin ku Kivrak di encama amûrên birînê de jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Kivrak piştî lêkolîna li cihê bûyerê ji bo otopsiye rakirin Morga Saziya Tipa Edlî ya Esenlerê.    Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.