ATK: Aleyna Çakir hatiye kuştin 2021-01-07 11:01:33   ENQERE - Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Stenbolê, diyar kir ku Aleyna Çakir întîhar nekiriye, hatiye darvekirin.      Di 3'ê Hezîrana 2020'an de li NavçeyaKeçîoren a Enqereyê hatibû îdeakirin ku Aleyna Çakır (Sema Esen) întihar kiriye. Têkildarî mirina Çakir, Saziya Tipa Edli ya Stenbolê (ATK) rapor amade kir. ATK'ê di raporê de anî ziman ku şopê lêdanê yên li ser bedena Çakir nebûne sedema mirinê û wiha cih da raporê: "Çakir ji ber alkol û maddeyên din jiyana xwe ji dest nedaye. Çakir di encama darvekirinê de jiyana xwe ji dest daye. Çakir hatiye darvekirin. ATK'ê di raporê de negot wê xwe darvekiriye an jî hinekî din ew darvekirine.