Di 4 salan de tenê du 2 caran kurê xwe yê girtî û nexweş dîtiye 2021-01-07 09:05:15 COLEMÊRG - Hîkmet Aydogan, anî ziman ku rewşa kurê wê Abdulkadîr Akdogan ê li Îzmîrê girtî xirab dibe û got: "Zarokên me berdin. Êdî bes e!"  Abdulkadîr Akdogan ê HPG'î di 16'ê Mijdara 2016'an de li li navçeya Konyaalti ya Antalyayê di şerekî de birîndar bûbû û hatibû binçavkirin. Akdogan paşê hatibû girtin û 120 sal ceza lê hatibû birîn. Niha di Girtîgeha Kiriklar a Îzmîrê ya Jimare 1 a Tîpa F'yê de ye û rewşa tenduristiya wî nebaş e.    Akdogan, ji ber ku pozê wî şikiyaye, baş nikare bêhnê bistîne û her wiha guatra jehrî lê peyda bûye û platîn di niga de ye. Ji ber ku di nav greva birçîbûnê ya berê de cih girtibû, çavên wî jî baş nabînin.    Malbata Akdogan, li navçeya Gever a Colemêrgê dimîne û ji ber ku girtîgeh dûrî wan e, heya niha tenê 2 caran çûne girtîgehê.    'HEPSA MALÊ'   Dayik Hîkmet Akdogan got: "Gelek nexweşîn li kurê min peyda bûne. Xwîna wî kêm e û dilê wî tim diêşe. Ji ber vê keeba min dişewite." Dayik Akdogan, xwest kurê wê têxin "hepsa malê" û diyar kir ku ji ber ku girtîgeh pir dûrî wan e, 2 sal in kurê xwe nedîtiye. Dayik Akdogan got: "Rewşa me ya aborî nebaş e. Heger nêzî me bûne, em ê biçûna. Ez û kurekî xwe yê 15 salî dimînin. Dixwazim kurê min bînin girtîgeheke nêzî me, heta ji ber ku nexweş e dixwazim wî têxin 'hepsa malê'. Ji ber rewşa wî kezeba min diperite."    Dayik Akdogan, bang li Wezareta Dadê kir û got: "Zarokên me berdin. Bila aştî û aramî çêbibe. Êdî bes e. Bila tu dayik negirî. Umrê ciwanên me berhewa çû. Em nikarin girtiyên xw ebibînin. Hemûyan birine deverên dûr. Em dixwazin aştî çêbibe."