Bûyera înfazê ya li Çardêranê şandin DMME'yê 2021-01-07 09:05:05 WAN - Eskeran di sala 2009'an de li navçeya Çardêranê xwendekarê lîseyê Îbrahîm Atabay ê 17 salî kuştibû. Dosyeya Atabay bi hincetên "binpêkirina mafên jiyanê" û "nebûna lêpirsîneke çalak" ji DMME'yê re hat şandin.  Di 17'ê Cotmeha 2009'an de eskeran li gundê Kel ê navçeya Çardêran a Wanê tevî du HPG'iyan xwendekarê lîseyê Îbrahîm Atabay ê 17 salî înfaz kiribûn. Dosyeya Atabay ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) re hat şandin.   Parêzerên malbata Atabay serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dabûn. Lê belê piştî ku AYM'ê serlêdan qebûl nekir,  parêzeran serî li DMME'yê da. Parêzer bi hincetên "binpêkirina mafên jiyanê" û "darizandineke adil û nebûna lêpirsîneke çalak" serî li DMME'yê dan.    DERBARÊ BÛYERÊ DE   Eskeran di 17'ê Cotmeha 2009'an de avêtibûn ser maleke gundê Kel ê Çardêran a Wanê. Di dema avêtina ser malê de xwendekarê lîseyê Îbrahîm Atabay û endamên HPG'ê Sûnûllah Kesercî û Necmeddîn Ahmet Hasan ji mal derketbûn. Lê belê piştî wextekê eskeran her sê kes bi saxî girtibûn. Piştî ku bûyer ji Fermandariya Alaya Wanê re hatibû gotin, Fermandarê Cendirmeyan ê Bajêr V.H.Î, Cîgirê Fermandarê Tabûra Cendirmeyên Taybet H.B., Fermandar M.Ç., Binefser K.T., çawîşên pispor Î.T., H.K., U.D., H.E., A.K., A.A., M.P., M.K., H.Ç., H.G., M.M. û O.S. bi helîkopterê çûbûn gund. Piştî demekê jî li kêleka gund 3 cenaze hatibûn dîtin.    Piştî bûyerê bi hefteyekê heyeta Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) çûbû herêmê. Piştî lêkolînên li herêmê tevî şahidan gilî kiribû. Lê belê tiştek ji encamê derneketibû. Piştî ku eskerekî îxbar kiribû ku her sê kes hatine înfazkirin doz hatibû vekirin. Piştî doz hatibû vekirin 17 tîmên taybet û albayek hatibûn girtin. Lê belê piştî hefteyekê her 17 kes hatibûn berdan. Albay jî piştî salekê hatibû berdan. Dadgeha Cezayê Giran a 6'an a Enqereyê, di danişîna 23'yê Mijdara 2015'an de derbarê bersûcan de biryara beraetê dabû. Dosye ji temyîzê re hatibû şandin. Dadgeha Bilind jî temyîz red kiribû.    Piştî vê parêzeran serî li AYM'ê dabû, lê dadgehê serlêdan qebûl nekiribû.