Li Cizîrê dayîkek 50'î salî hat binçavkirin 2021-01-06 22:51:47     ŞIRNEX - Li Cizîrê polîsan di avêtina ser malê de dayik Bahar Magî ya 50 salî binçav kirin.   Li navçeya Cizîr a Şirnexê, îro danê sibehê polîsan avêt ser mala Bahar Magî ya 50 salî. Piştî lêgerîna li malê, polîsan Magiyê bir Midûryeta Polîsan a Cizîrê.   Hat ragihandin ku Magî ji ber dosyeyeke ku berê bi îdiaya "endamtiya rêxistina çekdarî û li ser navê sûc" derbarê wê da hatibû vekirin û 3 sal û mehek ceza lê hatibû birin de, hatiye binçavkirin.    Hat diyarkrin ku ji ber ku Dadgeha Bilind cezayê ku li Magiyê hatiye birîn pesend kiriye, dê sibê wê bibin Girtîgeha Şirnexê ya Tîpa T'yê.