Hejmara kesên ku ji ber Covîd-19'ê mirin bû 22 hezar û 70 2021-01-06 20:04:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 19kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan û testa 13 hezar û 830 kesên din jî  pozîtîf derket. Hejmara kesên heya niha ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane bû 22 hezar û 70.   Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên derbarê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên hatine parvekirin li Tirkiyeyê îro 191 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan û 13 hezar û 830 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin. Her wiha hejmara kesên ku heya niha ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane jî bû 22 hezar û 70 û hejmara kesên heya niha testa wan pozîtîf derketiye jî bû 2 milyon û 283 hezar û 931.