Li Edenê Meclîsa CiwanênYekgirtî hat avakirin 2021-01-06 16:34:49   EDENE - Meclîsa CiwanênYekgirtî ku li Edeneyê avakirina xwe eşkere kir, bang li ciwanan kir ku tevlî têkoşînê bibin.   Koma Edeneyê ya Meclîsa Ciwanên Yekgirtî, li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê, bi civîneke çapemeniyê avakirina xwe eşkere kirin. Ciwanan di daxuyaniyê de pankarta “Em ji bo azadiya xwe li dijî faşîzmê bi hev re dimeşin” vekirin. Canser Dayanir a li ser navê ciwanan axivî, bertek nîşanî operasyonên binçavkirina xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê da.    ‘DIVÊ TÊKOŞÎN BÊ DAYÎN’   Dayanir, diyar kir ku AKP û MHP dixwazin hemû beşên civakê yên têdikoşin bi zextan bêdeng bikin û wiha got: “Li dijî zextan bilindkirina piştevaniyê û têkoşîn êdî hewcehiyeke. Pirsgirêk jî û xelasî jî hevpar in, Em dibêjin ku bi dirûşma “bi hevre dimeşin” em ê têkoşîna yekgirtî li kolanan, li kampusan, li lîseyan, li semtên kedkar bilind bikin. Em bang li hemû ciwanan dikin. Werin em mil bidin milê hev, têkoşîna xwe ya avakirina cihaneke nû mezin bikin û têkoşîna xwe ya azadiyê bigihînin her derê. Werin beşdarî kampanyaya me ya rêxistinkirinê bin. Em bi hêza yekgirtina ciwanan bimeşin. Em ne bê çare û tenê ne. Çareserî di tevger û mildayîna şoreşê de ye.”