Xwendekarên ODTU piştgirî dan xwendekarên Bogazîçî 2021-01-06 16:16:21   ENQERE - Xwendekarên Zanîngeha ODTU, piştgirî dan xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî yên qeyûm Melîh Bulu şermezar kirin û gotin: “Daxwazên xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî daxwazên me ne. Em destûr nadin ODTU û zanîngehên din bibin baxçeyên îqtîdarê.    Serokomar Erdogan Melih Bulu yê AKP'î wekî qeyûmê rektor tayînî tektoriya Zanîngeha Bogazîçî kiribû. Çalakî û nerazibûna xwendekaran didome. Piştî xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî ketin nava çalakiyan niha jî Xwendekarên Zanîngeha Rojhilata Navîn a Teknîkê (ODTU), piştgirî dan xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê. Xwendekarên ODTU li pêş Fakulteya Fîzîkê kom bûn û meşiyan avahiya Rektoriyê. Xwendekaran li pêş Rektoriyê daxuyanî dan û bertekên xwe anîn ziman. Gelek endam û rêvberên Egitim Senê yên Şaxa 5'emîn a Enqereyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Komê di çalakiyê de pankarta “Em li dijî desteserkirina zanîngehê li ber xwe didin" vekirin. Xwendekaran dîsa di çalakiyê de dirûşmeyên "Polis biçehemin, zanîngeh yên me ne", “Ne îqtîdar û ne jî rektor, ODTU ya me ye" û “Hilbijartina Demokratîk, zanîngeha demokratîk" berz kirin."    Li ser navê Xwendekarên ODTU Bîlgesu Kîper daxuyanî da û wiha got: "Bulu kesekî di nava îqtîdara AKP'ê de ye. Bi vê tayînkirinê dixwaze zanîngehê li gorî daxwazên xwe yên polîtîk bi rêve bibe. Dixwaze zanîngehê ji fikra azad û demokrasiyê dûr bixe. Dixwazin hemû kesên zanîngehê bi xwe ve girê bide û bêdeng bike. Piştî Verşan Kok û rêveberiya xwe tayînî ODTU kirin, wekî destê îqtîdarê tev digerin. Em weki xwendekar û hevparên ODTU bi têkoşîna hevpar li dijî van pêkanînan rawestiyan. Em ê sekna xwe berdewam bikin. Em ê li dijî vê ferasetê zanîngehên azad û demokratîk biparêzin. AKP dê bi tayînkirina Melih Bulu nikaribe zanîngehê teslîm bigire. Daxwazên wendekarên Zanîngeha Bogazîçî daxwazên me ne. Em ne Rektorên Qeyûm, em rektorên hilbijartî dixwazin. ODTU li pişta Bogaziçî ye. Em destûr nadin ODTU û zanîngehên din bibin baxçeyên îqtîdarê."