Hiqûqnasan tundiya li hemberî xwendekaran şermezar kir 2021-01-06 16:04:45   STENBOL – OHD û ÇHD jî di nav de gelek saziyên hiqûqê, têkildarî êriş û binçavkirina xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê ya ji ber şermezarkirina tayînkirina rektorê zanîngehê daxuyaniyeke nivîskî dan.    Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) jî nav de gelek rêxistinên sivîl, têkildarî tundiya ku ji ber şermezarkirina Melîh Bûlû yê AKP’î ku weke rektorê qeyûm tayînî Zanîngeha Bogazîçiyê hatibû kirin, li xwendekaran hatibû kirin û hatibûn binçavkirin, daxuyaniyeke nivîskî dan.    ‘DIVÊ XWENDEKAR BÊYÎ ŞERT BÊN BERDAN’   Rêxistinan di daxuyaniyê de diyar kirin  ku siyaseta qeyûman ji aliyê desthilatê ve tê asayîkirin û ev tişt gotin: “Li dijî her beşên civakê weke amûreke êriş tê bikaranîn. Şermezarkirina li dijî siyaseta qeyûman û xwedî derketina li xweseriya li zanîst û akademiyê piştgiriyeke mezin ji civakê girtiye. Walîtiya Stenbolê bi awayekî kêfî bi hinceta şewbê hemû civîn û çalakiyên ku li Sariyer û Beşîktaşê bên lidarxistin qedexe kir. Zanîngeha Bogazîçiyê wergerandine girtîgehê. Divê îşkenceya binçavkirinê û pêkanînên derveyî hiqûqê bên bidawîkirin û derbarê berpirsyaran lêpirsîn bê destpêkirin. Divê hemû xwendekar bêyî şert bên berdan.”   NAVÊN RÊXISTINÊN DAXUYANÎ DAN     Rêxistinên ku daxuyaniyê îmze kirine wiha ne: Piştevaniya Parêzeran, Tevgera Parêzeran, Sendîkaya Parêzeran, Koma Hiqûqnasên Hemdem, Hiqûqnasên ji bo Demokrasiyê, Komeleya di Hiqûqê de Helwesta Çepgir,  Parêzerên Demokratên Azadîxwaz, Hiqûqa Civakî, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê û Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a Stenbolê.”     ÎMO: VALA DERKETIYE      Odeya Endezyarên Înşaatê (ÎMO) ya Stenbolê jî bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser heman mijarê û diyar kir ku tayînkirina Bûlû ya weke rektor a Zanîngeha Bogazîçiyê tercîheke bi kêfî ya desthilata AKP’ê ye û ev nirxandin kirin: “Dîroka têkoşîna zanîngeha xweser û demokratîk kevn e. Heta niha hewldanên zext û zordariyê yên li ser zanîngehan vala hatine derxistin. Wê ev hewldan jî vala bê derxistin û zanîngeh ji nû ve bibin navenda zanîst û lîyaqetê.”