37 sal in girtî ye û tenduristiya wî nebaş dibe 2021-01-06 14:19:04   STENBOL - TAYAD, ji bo Alî Osman Kose yê 37 sal in di girtîgehê de ye û nexweş e bang kir û xwest were berdan.    Komeleya Piştevaniya Bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran Re (TAYAD), ji bo balê bikişîne ser rewşa tenduristiya Alî Osman Kose yê 37 sal in girtî ye û nexweş e, li ber Edliya Stenbolê ya li Çaglayanê daxuyanî da. Beşdarên daxuyaniyê pankarta “Bila Alî Osman Kose yê nexweş were berdan” vekirin.    Cansû Kalender li ser navê Komeleyê daxuyanî da û diayr kir ku rewşa tenduristiya Alî Osman Kose yê 37 sal in girtî ye her ku diçe nebaş dibe û got: “Alî Osman Kose îradeyek ku li ber faşîzmê serê xwe natewîne ye. Çong danayne lê çonga faşîzmê datîne. Ya ku wî nexweş xistiye faşîzm bi xwe ye. Alî Osman êdî nikare pêdiviyê xwe jî nikare dabîn bike. Dadger bi fermana AKP’ê nahêlin ku Kose were berdan û mafê tedawiya wî asteng dikin. Hem dadger û hem jî îradeya girtîgehê ku nahêlin mafê tedawiyê pêk were, sûc dikin. Îşkence sûcê mirovahiyê ye. Em dixwazin li tavilê Alî Osman Kose were berdan û tedawiya wî were kirin.”