CPJ: Rojnameger Mehmet Aslan zû berdin 2021-01-06 14:11:12   ENQERE - Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ), xwest nûçegîhanê Ajansa me ya Mezopotamya (MA) Mehmet Aslan serbest bê berdan û wiha got: "Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya bê wate û ji ber sedema nediyar hat binçavkirin. Divê dest ji vê yekê berdin."   Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ), têkildarî binçavkirina nûçegîhanê Ajansa me ya Mezopotamya (MA) Mehmet Aslan daxuyanî da. CPJ'ê xwest Aslan bê berdan û wiha got: "Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya bê wate û ji ber sedema nediyar hat binçavkirin. Divê bi lez Aslan serbest berdin. Polîsan li Stenbolê Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya ya Kurd Mehmet Aslan, di serdegirtina malê de binçav kirin. Aslan birin Antalyayê. Ne diyar e lêpirsîn der barê çi de ye. Li gorî lêkolîna CPJ'ê, ji Cotmeha 2020'an heta niha herî kêm 3 xebatkarên Ajansa Mezopotamya  ji aliyê rayedarên Tirkiyeyê ve hatine girtin. Aslan di nûçeya herî dawî ya di Ajansa Mezopotamya de weşandibû bal kişanibû ser rewşa girtiyên nexweş. CPJ'ê ji bo der barê rewşê de bibe xwedî agahî mail ji Serdozgeriya Antalya re şand, lê tu bersîv negirtiye."