Polîsan nehişt Keskîn bi xwendekarên binçavkirî re hevdîtinê bike 2021-01-06 12:42:48 STENBOL - Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn ragihand ku polîsan nehiştiye ew bi xwendekarên Bogazîçiyê ku tayînkirina rektor protesto kiribûn û hatibûn binçavkirin re hevdîtinê bike.    Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn ragihand ku polîsan nehiştiya bi xwendekarên ji ber protestokirina Melîh Bûlû yê AKP’î ku tayînî rektoriya Zanîngeha Bogazîçiyê kirin, hatibûn binçavkirin û niha li Miduriyeta Polîsan a Stenbolê tên girtin re hevdîtinê bike.   FERMAN JI JOR E!   Keskîn li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî da û diyar kir ku ji bo bi xwendekerên di binçavan de ne hevdîtinê bike çûye Miduriyeta Polîsan a Stenbolê. Keskîn, da zanîn ku polîsan ewil ew girtine odeya hevdîtinê û jê re gotine “Li vir bisekine em ê xwendekaran bînin" piştî demekê şunde polîsan jê re gotiye ku nikare hevdîtinê pêk bîne. Keskîn, destnîşan kir ku polîs jê re gotiye “Hûn niha nikarin hevdîtinê bikin, ferman ji jor hatiye." Keskîn bertek nîşanî vê rewşê da û got: “Mafê min yê hevdîtinê hat astengkirin. Bijî ji we re.”