Li Qubînê ji ber lihevnekirina erd reveberê HDP'ê hat kuştin 2021-01-06 12:23:22   ÊLIH - Rêveberê HDP’ê yê navçeya Misircê Bûrhan Kaplan, ji ber lihevnekirina erd ji aliyê xizmê xwe M.Ş.C. ve hat kuştin.   Li mezraya Kanîsorik a gundê Erenzê yê navçeya Qûbînê ya Êlihê ji ber niqaşeke lihevnekirina li ser erd rêveberê HDP’ê yê navçeya Misircê ya Sêrtê Bûrhan Kaplan (35) hat kuştin. Niqaşa ku di navbera Kaplan û kurmetê wî M.Ş.C. de derket vegeriya şer. Di şer de M.Ş.C. kurmetê xwe Kaplan kêr kir. Kaplanê ku giran birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qûbînê li vir jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Kaplan ji bo otopsiye rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Êlihê. Faîl M.Ş.C. (40) jî hat binçavkirin.