Hamzaoglu: Divê em li dijî sedemên qeyranê têbikoşin 2021-01-06 10:31:15   ENQERE - Akademîsyen Prof. Dr. Onur Hamzaoglu, destnîşan kir ku kapitalizmê di sedsala nû de hemû qadên jiyanê yên zindiyan ji holê rakiriye û wiha got: "Pêvajoya şewbê Qeyrana Jiyanê ye Şewb êdî kirine zanista zindiyan. Divê li dijî sedemên qeyranê têbikoşin."    Şewba vîrûsê li hemû cîhanê belav bûye û her roj bi hezaran mirov ji ber şewbê dimirin. Bi taybetî piştî pergala Kapîtalîst xweza û ekolojiyê talan û wêran dike, her diçe qadên jiyanê namîne. Avhewa xera dibe, cih û warên zindiyan talan û wêran dibe. Heta niha ji ber şewba vîrûsê li tevahiya cîhanê 1. 8 milyon mirov mir in.    Têkildarî qeyrana ku pergala kapîtalîzmê pêş xistiye, Hîndekar û Akademîsyen, Edîtorê Kovara Hekîm û Civakê ya Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) Prof. Dr. Onur Hamzaoglu nirxandinên girîng kir. Hamzaoglu, qeyrana ku pergala kapîtalîzmê ava kiriye, weke “Qeyrana jiyanê" pênase kir û wiha  got: "Di vê pergala kapîtalîzmê de êdî mirov, sewal û netab wekî xwe najîn û ji jiyana xwe ya resen dûr ketine. Hamzaoglu, têkildarî têkoşîna li dijî Covid-19'ê anî ziman û wiha got: "Li gel ku ev şewb li hemû cîhanê belav bûye û bûye kurevî jî her welat bi serê xwe li gorî xwe têdikoşin û têkoşînek hevpar pêş naxin. Di mijara derziyê de jî mixabin di nava welatan an jî di nava pisporên tenduristiyê de yekîtî, hevkarî û tevkariyek tune ye. Di vê wateyê de têkoşîna li dijî şewbê ne ji bo fêdeya mirovan û tunekirina vîrûsê ye. Li ser feraseta 'Şîrketa me dê ji vî karî çiqas qezenç bike' hatiye avakirin. Niha lêhûrbûna dîtin û peydakirina derziyan jî li ser vê yekê pêş dikeve. Tu pergalên ku xelat ji Banka Cîhanê girtibin, nikarin ji bo fêdeya civakê xizmetê bikin.    JI SEDÎ 77'Ê LÊÇÛNA TENDURISTIYÊ JI BO BÊRÎKÊN XWE XERÇ DIKIN   Prof. Dr. Onur Hamzaoglu, da zanîn ku hikûmeta Tirkiye ji sala 2003'an heta niha lêçûnên ji bo civakê ji sedî 77’ê lêçûnê ji bo bêrîkên xwe xerç dikin û wiha  got: "Dewlet tenê ji 100 tl'yî 23 tl xerç dike. Bi 8 tl yan mixabin tenê 12 nexweşxaneyên bajaran ava kirin. Em hekîm û xizmetkarên tenduristiyê ji bo artêşê nivîsandin. Tiştekî wisa ne pêkan e. Hekîn nikarin şer bikin û şer nakin. Hekîm li dijî nexweşiyan şer dikin û têdikoşin. Pergala Kapîtalîzmê  ji bo xwe ji qeyrana heyî rizgar bike û xwe li qadên jiyanê ji nûve bi cih bike, di bin navê reforma tenduristiyê de ji nûve saz kir. Pergala perwerdehiyê û enerjiyê ji nûve saz kir. Çandinî xistin bin kontrola navenda welatên kapitalist. Newekheviya di nava welatan û welat de pir zêde bû. Şertên jiyanê ji bo her kesî zor û zahmet bû. Di sedsala 21’an de 'Qeyrana Jiyanê' derket holê. Niha ev qeyran didome. Ne tenê Covid-19, wê wekî Covid-20, Covid 25 Kovid-û heta Covît30’an berdewam bike. Li aliyekî qaşo li dijî şewbê têdikoşin, li aliyê din şewbê nû derdikevin holê. Divê em li dijî sedema şewbê û pergala Kapîtalizma neo-liberal  têbikoşin."    Ji bo ku mirov wekî mirovan, sewal wekî sewalan, kêzik wekî kêzikan û nebat wekî nebatan bijîn divê em li dijî sedemên qeyranê têbikoşin. Kapîtalîzma neolîberal a patriarkal di serê sedsala 21’an de qada jiyana zindiyan bi temamî ji holê rakir. Em ji vê yekê re dibêjin Qeyrana Jiyanê. Ji serê sedsalê heta niha em bi gelek şewban re rû bi rû man û didome.      BI VÊ PERGALÊ TÊKOŞÎN NABE   Hamzaoglu, pergala heyî ya tenduristiyê jî rexne kir û wiha lê zêde kir: "Bi vê pergala heyî ya tenduristiyê li dijî şewbê têkoşîn pêş nakeve. Di tenduristiyê de divê modela xizmeta dide mirov û derdorê bi hevre pêş bikeve. Divê ji bo Tirkiye pergala Hekîmên Malbatan bê guhertin.    Hamzaoglu, bal kişand têkoşîna hikûmetê ya li dijî şewbê jî û wiha got: "Tu hewldanên taybet pêş nexistin. Ji bo tedbîr bên girtin şertên agahiya hevpar nehat avakirin.    MA / Selman Guzelyuz