8 Meh şûnde rapora otopsiyê gihişt malbatê 2021-01-06 09:27:35   AMED - Nexweşxaneya Dewletê Selehaddîn Eyûbî ya Amedê rapora otopsiyê ya têkidarî mirina Devran Dînç ê li Navçeya Sûrê mirî hat dîtin aşkere kir. Lê rapora otopsiyê qala sedema mirina Dînç nekir. Balkêş e piştî rapor aşkere kirin 8 meh şûnde rapor gihandin malbatê.     Di 30 Nisana 2020'an de ciwanê 21 salî Devran Dinç dema ji bo îlacan bistîne ji malê derket winda bû û 4 roj şûnde mirî hat dîtin. Di 4'ê Gulana 2020'an de Dînç li Parka Anzela mirî hatibû dîtin. Bi hinceta vîrûsa Covît-19 beyî li cihê bûyerê lêkolîn bikin û rapor bigirin cenaze şandibun Nexweşnaxeşa Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîlê. Piştre ji bo otopsiyê cenaze şandibûn Nexweşxaneya Dewletê ya Selehadîn Eyûbî. Piştî otopsiyê cenazeyê Dînç li Goristana Yenîkoy a Amedê defin kiribûn.  Nexweşxaneya Dewletê ya Selehaddîn Eyûbî ya Amedê rapora otopsiyê ya têkidarî mirina Devran Dînç aşkerek kir. Nexweşxaneyê di raporê de sedema mirina Dînç neanî ziman. Ji ber ku nexweşxaneyê di raporê de sedema mirina Dinç aşkere nekir, malbat ketin şik û gumanan.    Nexweşxaneyê rapora otopsiya Dinç di 5'ê Tebaxê de aşkere kir. Lê rapor piştî 8 mehan gihişt destê malbatê.     Hat diyar kirin ku dê sedema mirina Dinç piştî mînak şandin Midûriyeta Şaxa Saziya Tipa Edlî dê bê diyarkirin.   BAVÊ ÎSMET DÎNÇ: KURÊ MIN ROJA WINDA BÛ KUŞTIN   Bavê Devran Dînç Îsmet Dinç jî anî ziman ku roja kurê wî winda bû kuştine û wiha got: "Li her derê kamerayên MOBESE hene. Li çar aliyê kurê min, li pişta wî û ruyê wî şûna lêdanê hebûn. Dîsa li qirika wî darbe hebûn."