20 sal in xaniyan çêdike, lê hîn di xaniyê bikirê de ye 2021-01-06 09:08:42 ENQERE - Karkerê înşeatê Kenan Ayaz ku ji bo kar ji Agiriyê çûye Enqereyê, ji ber şewbê betal maye. Mulazîm Çakan jî ku 20 sal in xaniyan çêdike, hîn jî di xaniyê bikirê de ye.    Karkerên înşeatê yên din şert û mercên dijwar de dixebitin, di dema pandemiyê de xetereyên ku bi wan re rû bi rû dimînin zêde bûne. Karkerên înşeatê Mulazîm Çakan û Kenan Ayaz, anîn ziman ku ji ber krîza aborî û pandemiyê kar nemaye.    Mulazîm Çakan ê 34 salî bilêv kir ku sektora înşeatê ji ber polîtîkayên îqtidarê ketiye vî halî û got: "20 sal in karê înşeatê dikim, lê hîn jî xaniyek min tune ye û di kirê de me. 4 zarokên min hene, lê belê roj heye kar bi dest min nakeve." Çakan, anî ziman ku ji ber ku bisîgorte naşixule nikare serî li xebata demkurt a biheq bide û got: "Tu dahatek min tune ye. Ji bo kesên di sektora înşeatê de dixebitin rewşa aborî betal bûye. Ev demeke tiştê ku min dabû ser hev dixwim. Ji ber ku em nikarin bişixulin, em ji berîka xwe dixwin."    'BILA ALÎKARIYA KARKERAN BIKIN'    Çakan, bal kişand ser zemên tên kirin û got: "Her meh heqê fatûreyan û kirê nêzî 2 hezar TL ye. Ji bo zarokên min karibin tevli perwerdehiya ji dûra bibin min înternet kişand malê. Heya salek berê jî me her yekşem danûstendin dikir, lê belê ji ber ku her tişt biha bûye ancax em mehê du xaran danûstendinê dikin."    Çakan, destnîşan kir ku ji dêvla ku bacê ji karkeran distînin bila îsrafê kêm bikin û got: "Divê ji bo karkeran jî alîkarî bê kirin."    JI BER BETALIYÊ KOÇ KIR    Kenan Ayaz jî anî ziman ku 7 sal berê ji ber betaliyê ji Agiriyê koçî enqereyê kiriye. Ayaz, destnîşan kir ku piştî ku şewb belav bûye cardin betal maye. Ayaz, bilêv kir ku di xaniyê bikirê de ye û ji bo ardû îsal nikaribûne pereyan biidin ser hev.    Ayaz, bal kişand ser fiyetên ku her roj biha dibin û destnîşan kir ku daxwaza wî ew e ku rojek berî rojekê alîkariya karkerên înşeatê bê kirin.