Serokatiya Meclîsê tespîta 'sûcê şer' ya NY'yê, wekî 'fikira şexsî' hesiband 2021-01-06 09:08:03   ENQERE - Parlementerê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû, derbarê rapora NY'yê de ku derbarê Sûriyeyê de parve kiribû, pêşnûmayek berpêşî Meclîsê kiribû. Di pêşnûmayê de behsa sûcên şer û binpêkirinên mafan hatibû kirin. Ji ber vê pêşnûma bi hinceta "fikirên şexsî" lê hat vegerandin.    Neteweyên Yekbûyî (NY) di "Rapora Sûriyeyê" de bal kişandibû ser sûcên şerî û binpêkirinên mafan ên li Efrîn û Serêkaniyê ku bi destê komên paramîlîter ên Tirkiye piştgiriya wan dike, hatibûn kirin. Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû jî di 4'ê Mijdara 2020'an de derbarê îşkence, taciz, tecawiz û tunekirina mîrateyên yekbûyî yên bi destê van komên navbirî hatibûn kirin, pêşnûmayek dabû ber Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar. Di pêşnûmayê de li gel tespîtên di rapor NY'yê de cih girtibûn, îdiayên rêxistinên mafên mirovan û aktîvîstên li herêmê jî cih girtibûn. Di pêşnûmayê de tespîtên NY'yên bi vî rengî cih girtibûn: "Li Til Abyadê, di meha Sibatê de herî kêm 39 jin bi tecawizê re rû bi rû mane" û "Li gel sûcên zayendî, li hemberî ziman, çand û baweriya mirovên herêmê sûc hatine kirin."  Lê belê Serokatiya Meclîsê bi hinceta ku pêşnûma "fikirên şexsî" di xwe de hewandine li Gergerlîoglû vegerand.    Gergerlîoglû di pêşnûmaya xwe de ev pirs kiribûn: "Piştî ku jin bi îşkenceyê hatin kuştin, hatin tazîkirin û li ser medyaya civakiyî hatin teşhîrkirin. Dê çawa pêşî li ber vê bê girtin? Derbarê van kesên ku ev sûc kirin de tiştek hatiye kirin an na? Tê gotin ji bo guherandina demografiyê koçberî li gel hatiye ferzkirin. Gelo ev rast e? Li devereke ku gel bi erebî û kurdî diaxive, çima di perwerdehî, tenduristî û bazirganiyê de tirkî tê bikaranîn? Çima bikaranîna pereyê tirk hatiye teşwîqkirin? Tê gotin hezar jê jin 6 hezar mirov hatine revandin. Gelo ev rast e? Derbarê sûcên li hemberî nasnameya jinan, şidet, qedexe, cinayet, revandin û tecawizê de raporeke ku Tirkiyeyê amade kiriye heye yan na?"    Konseya Mafên Mirovan a NY'yê Komîsyona Tehqîqatê ya Komara Erebî ya Sûriyeyê ya Serbixwe ava kiribû. Ev komîsyon di navbera Çile-Tîrmeh a 2020'an de raporek amade kiribû û rapora xwe jî di Îlona 2020'an de aşkere kiribû.    MA / Dîren Yûrtsever