Li Wanê xetereya aşûtê: Divê tûnelên berfê bên çêkirin 2021-01-06 09:07:29 WAN - Endamê Desteya Rêvebir a ÎMO'yê Serhat Pîşken anî ziman ku li Wanê li 3 deveran xetereya aşûtê heye û heya niha tu tevdîr nehatine girtin. Pîşken got bi tûnelên berfê dê ev xetere ji holê rabe.    Li bajarên herêma Serhedê, piştî berfê dest pê kir li gelek deveran xetereya aşûtê jî zêde dibe. Endamê Desteya Rêvebir a Odeya Endezyarên Înşeatê (ÎMO) a Wanê Serhat Pîşken, bal kişand ser xetereyên derbarê aşûtê de û tevdîrên ku divê bên girtin.   RÊYÊN BIXETERE    Pîşken, aşûtên ku di 4-5'ê Sibata 2020'an de li rêya Wan-Miksê çêbûbûn bibîr xist û destnîşan kir ku ji ber kêmasiyên ekîbên lêgerîn-rizgarkirinê bîlanço giran bûbû.    Pîşken, bilêv kir ku hîn jî li deverên ku aşît lê çêbûne tevdîr nehatine girtin û bal kişand ser rêyên Miks, Şax û Mamedik a girêdayî Qerqeliyê. Pîşken got: "Li rêya Miksê pirsgirêkeke mezin heye. Hin tişt hatin kirin, lê hîn jî kêmasî hene. Divê 6 mehên divistanê şert û mercên jiyanê baş bin. Ji bo vê jî tûnelên berfê çareya herî biewle ye. Pereyên ku li gelek deverên Tirkiyeyê tên xerckirin divê ji bo Miks, Şax, Elkê û Qerqliyê jî bên xerckirin."    TÛNELÊN BERFÊ   Pîşken, anî ziman ku li bajêr tenê Tûnela Berfê ya Qarabetê heye, lê ew jî nîvcomayî ye. Pîşken got: "Rêbejahiyî bi vê meseleyê re eleqedar dibe. Lê em dibînin ku ew jî tevdîrên baş nagire. Li rêyên talûke destûra çûnhatinê tê dayîn. Mixabin ev jî dibe sedema encamên giran. Li herêma Şaxê îhaleya tûnela berfê hat çêkirin. Lê belê ev têr nake. Ji bo jiyana mirovan divê li gelek deveran tûnelên berfê bên çêkirin."    Pîşken, destnîşan kir ku li deverên bixetere an jî deverên ku demildest divê ji bo çûnhatinê bên vekirin, divê "aşûta kontrolkirî hebe û yên di vî warî de berpirsiyar jî rêbejahiyî û AFAD e. Pîşken got: "Li devera ku 42 kes lê jiyana xwe ji dest dan, heger tevdîrên baş hatibûna girtin belkî ev felaket neqewimiyane. Çendî ku bikotrol be jî, li hin deveran berf pir zêde ye. Mirov nikarin pêşî li ber hatina berfê bigirin. Ji bo vê çareya herî baş tûnelên berfê ne. Di aşûtên kontrolkirî de, divê li deverên bixetere aşût bên çêkirin. Lê ev jî ne çareyeke qethî ye, ji lewra bi vî awayî jî dê rê li çûn hatinê bên girtin. Paqijkirina vê jî berpirsiyariyeke mezin e."    MA / Ozlem Yayan - Melek Şahîn