Çaralan: Êdî di têkiliyên Tirkiye û DYA de dê zor derkeve pêş 2021-01-06 09:03:53 STENBOL – Nivîskar Îhsan Çaralan, bal kişand ser têkiliyên Tirkiye û DYA yên pêşerojê û wiha got: "Piştî Serokdewletê DYA Joe Biden hat hilbijartin, dê wekî serokê berê Trump, bi Serokomar Erdogan re pirsgirêkan li pişt deriyên girtî çareser nekin. Dê ji niha û şûnde di têkiliyan de zor derkeve pêş."  Rageşî û nakokiyên di navbera Tirkiye û DYA de demek dirêj e didome. Bi taybetî piştî Tirkiye S-400 ji Rûsya kirî rageşî zêde bû. Sanatoya DYA di roja ewil a 2021’an de, Butçeya Wezareta Parastinê ya Zagona Têkoşîna Bi Rêya Danekirinên Neyarên DYA (CAATSA) ya li dijî Tirkiye cara duyemîn qebûl kir. Bi vê yekê vetoya Trump bêtesir kir. Di van rojên ku beriya Serokê DYA Joe Biden li paldanka xwe ya Qesra Spî rûnê, Tirkiye dikeve bin bandorek mezin. Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu, di 30'ê Kanûnê de der barê danekirinên CAATSA'yê de diyar kir ku bi DYA re komek hevpar a xebatê ava kirine." Li ser vê gotinê Wezareta Karen Derve ya DYA Çovuşoglu derewand. Wazeratê anî ziman ku têkildarî pergala paristinê ya di navbera Rûsya û Tirkiyeyê ya S-400'an de tu komên xebatê nehatine avakirin."    Têkildarî rageşiyên di navbera DYA û Tirkiyeyê de Nivîskar Îhsan Çaral, ji Ajansa me Mezopotamya (MA) re nirxand. Çaralan, bal kişand ser daxuyaniya Çavuşoglu û wiha got: "Gotina Çavuşoglu ya ji bo DYA'yê tê wateya 'Heta niha me çi got, ew gotin li pişt man. Em niha hatin ser gotina we. Yanî em ê nikaribin S-400 bidin xebitandin. Lê em ê vê yekê çawa bikin divê em bi were bi axivin'. Li holê tu komên xebatê tune ye. Lê Çavuşoglu wekî kom hebe di axive. Dema hûn li daxuyaniyên navbera du welatan ên heta niha binerin, DYA her tin erênî û li ser rêya diyalogê nêzîk bû. Lê helwesta Tirkiyeyê ya 'Ev îhlala mavê serweriya me ye. Ku hebe em ê hal bikin' derket pêş.    'DYA: EM Ê DEST BI DAKIRINAN BIKIN   Çaralan, anî ziman ku di pirsgirêkê berê de DYA her tim bi axaftinê hewl da çareser bike û wiha got: "Me ev yek di operasyonên li Rojava de dit. Niha jî Tirkiye dibêje ‘Tu pirsgirêkên ku em be were neaxivin û hal nekin tune ye' Le vê carê DYA dijberî wê tev digere. DYA dibêje ‘Na, tu tiştên em li ser S-400’an biaxivin tune ye. Em ê dest bi dakirınan bikin.    Çaralan, da zanîn ku Rûsya pereyên S-400'an ji Tirkiyeyê girtiye û wiha berdewam kir: "Rusya ji vê rewşê bi her awayî bi qezenç derket. Rusya di demên dawî de bi Tirkiyeyê re xebitî. Di vê pêvajoyê de, di navbera wan de gelek pirsgirêk derketin. Mînak Rûsya Tirkiye di mijara Karabagê de qebûl nekir. Lê piştre wekî qereqolê li wir ava kir û dê eskerên Tirkiye li wir peyvirdar be. Tirkiye û Rûsya li Sûriye, Lîbya û Karabagê gelek caran hatin hemberî hev.    DYA DÊ ZORÊ RÊ TIRKIYE BIDE   Çaralan, bal kişand ser danekirinên Sanato yên di CAATSA're derbas bûn û wiha bi dawî kir: "Piştî Serokdewletê DYA Joe Biden hat hilbijartin, dê wekî serokê berê Trump, bi Serokomar Erdogan re pirsgirêkan li pişt deriyên girtî çareser nekin. Dê ji niha û şûnde di têkiliyan de zor derkeve pêş. DYA dê zorê nîşanî Tirkiyeyê bide."    MA / Ferhat Çelîk