Malbata girtî: DAIŞ'î xistin beşa girtiyên siyasî 2021-01-06 09:03:50 AMED - Rêveberiya Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hêjmar 2 a Amedê girtiyên DAIŞ'ê xistin beşa girtiyên siyasî. Girtiyê siyasî Mazlum Demîr, bi rêya telefonê agahî da malbatê û anî ziman ku endamê DAÎŞ'ê xistiye koorîdora girtiyên siyasî. Demîr, diyar kir ku ew vê yekê qebûl nakin û xwest parazvanên mafên mirovan li dijî vê yekê dengê xwebilind bikin.  Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK'ê ya li dijî tecrîdktirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di roja 41'an de didome. Li aliyê din binpêkirina li dijî mafê girtiyan her ku diçe zêde dibe. Niha jî Rêveberiya Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hêjmar 2 a Amedê girtiyên DAIŞ'ê xistin beşa girtiyên siyasî. Têkildarî mijarê girtiyê siyasî Mazlum Demîr, bi rêya telefonê agahî da malbatê. Demîr, bi rêya telefonê agaî da bavê xwe Saît Demîr û anî ziman ku endamê DAÎŞ'ê xistiye koorîdora girtiyên siyasî.    Bav Saît Demîr, têkildarî agahiya kurê xwe Mazlum Demîr wiha got: "Endamên DAÎŞ'ê xistine koorîdora girtiyên siyasî. Kurê min Mazlum anî ziman ku endamên komên DAIŞ'ê yên li dijî gelê Kurd komkujî pêk anîne, li koorîdorên kawîşên wan bi cih kirine. Em qebûl nakin ku endamên Çeteyên DAIŞ'ê di heman koorîdora girtiyen siyasî de bimînin. Em dixwazin Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Baroya Amedê li dijî vê yekê têkevin nava liv û tevgerê. Dîsa em dixwazin xizmên girtiyan jî bertek nîşanî vê yekê bidin. Em qebûl nakin ku zarokên me yên ji bo felsefe û bîrdoziyekê bedel dane û endamên çeteyên DAIŞ'ê di hema beşê de bimînin. "    JI BO NAMEYA KURDÎ HEQÊ TERCUMAN XWESTIN   Bav Saît Demir, bal kişand ser binpêkirina mafên girtiyan jî û wiha got: "Kurê min ji biraziyê xwe re name bi kurdî şand. Lê rêveberiya girtîgehê name desteser kir. Rêveberiya girtîgehê bi hinceta name bi kurdî hatiye nivîsandin, xwestin bê tercumekirin û heqê tercumeyê jî ji girtiyan bê girtin û bi vê hincetê disa name paşve şandin. Rêveberiya girtigehê got 'Ji ber name bi Kurdî ye em nikarin bişînin. Ji bo em nameyê bişînin divê bê tercumekirin. Divê ji bo her peyvekê heqek bê dayîn.' Ev yek nayê qebûlkirin. Kurdî zimanê me yê zikmakî ye. Em vê feraset û sepandinê şermezar dikin.    Dîsa piştî girtî ketin greva birçîbûnê û şûnde alav û amûrên girtiyan nadin wan. Her hefte li qawîşên wan lêgerînê dikin. Kurê min Mazlum bi nexweşiya mîgrenê ye. Berê li Girtîgeha Tipa D a Amedê girtîbû. Niha şandine Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hêjmar 2 ya  Amedê. Piştî sewq kirin alavên wî jê stendin û carek din nedan wî.    DIVÊ TECRÎDÊ RAKIN    Demîr, da zanîn ku kurê wî berê 87 rojan li dijî tecrîdê ket greva birçîbûnê û wiha bi dawî kir: "Niha girtî di 27'ê Mijdarê de li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan dîsa ketine greva birçîbûnê. Ji bo binpêkirina li girtîgehan bi dawî bibe divê berî her tiştî tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe.    Em bang li rayedarên dewletê dikin ku tecrîdê rakin. Em dixwazin tecrida li Îmraliyê rakin. Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkrina hemû girtiyan e."    MA - Cahît Ozbek