194 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin 2021-01-05 20:22:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 194 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan û testa 14 hezar û 494 kesên din jî pozîtîf derket. Hejmara kesên heya niha ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane bû 21 hezar û 879.   Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên derbarê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên hatine parvekirin li Tirkiyeyê îro 194 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan û 14 hezar û 494 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin. Her wiha hejmara kesên ku heya niha ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane jî bû 21 hezar û 879 û hejmara kesên heya niha testa wan pozîtîf derketiye jî bû 2 milyon û 270 hezar û 101.