‘Astengiya li pêş aştiyê tecrîd e’ 2021-01-05 15:39:48 STENBOL - Parlementera HDP’ê Zuleyha Gulum, têkildarî çalakiya greva birçîbûnê li ser navê partî û rêxistinên sivîl ên civakî axivî û diyar kir ku astengiya herî mezin a li pêş aşitiya welat tecrîda li Îmraliyê ye.   Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Marmarayê (MATUHAY-DER), Partiya Heremên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Tevgera Jinên Azad (TJA), derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger ku girtiyan ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin de xwestin li pêş Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê daxuyaniyek bidin, lê polîsan destûr neda.  Qeymeqamtiya Bakirkoyê, bi hinceta vîrûsa koronayê daxuyaniyê asteng kir. Malbat û gelek endam û rêveberên sazî û partiyan beşdarî daxuyaniyê bûn. Polîsan pêşiya girseyê girt û angaşt kirin ku daxuyanî hatiye qedexekirin. Girseyê li dijî vê biryarê dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” berz kirin. Li ser navê girseyê Parlementera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum axivî.   BINPÊKIRINÊN LI GIRTÎGEHAN DIDOMIN    Gulum, bertek nîşan qedexekirina daxuyaniyê da û wiha got: “Şertên pandemiyê tên îhlalkirin û lêgerîn li girtîgehan tên kirin, ev pêkanîn bê hiqûqî ne. Mixabin heta ku girtiyên nexweş neyên ber mirinê dewlet wan bernade. Roj nîne ku têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan serlêdan neyên kirin.”   ‘BI PÊŞEROJA WELAT RE NE LEYIZIN’   Gulum, destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê li hemû Tirkiyeyê belav bûye û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Girtîgeh bûne îşkencexane. Astengiya herî mezin a li pêş aşitiya vî welatî tecrîda li Îmraliyê ye. Divê demildest tecrîd bê rakirin û hevdîtinên malbat û parêzerên werin kirin. Em ji vir careke din rakirina tecrîdê dixwazin û dibêjin bi pêşeroja welat neleyîzin.”   Daxuyanî bi dirûşma “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” bi dawî bû.