Îtîraza girtina Guven hat redkirin 2021-01-05 13:14:24   AMED - Îtîraza ji bo girtina Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Leyla Guven hatibû kirin, hat redkirin.   Îtîraza ji bo girtina Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ji aliyê parêzerên wê ve hatibû kirin, hat redkirin. Parêzeran, 22 sal û 3 meh cezayê girtîgehê yê ku 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê li Guven birîbû îtîraz kiribûn, lê dadgehê ev îtîraza parêzaran red kiribû. Parêzeran li ser vê yekê, serî li dadgehek bilidtir dan.     Parêzeran di serlêdana xwe ya 10'emîna a Dadgeha Cezayê Giran de, girtina Guven cardin îtîraz kirin. Lê 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran, biryara girtina Guven a aliyê 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran ve hatibû dayîn di cih dît û îtîraza parêzeran red kir.