Tifaqa Kurdistanî: Em Şaredarê Pîranê Aygoren şermezar dikin 2021-01-05 11:26:01   AMED - Xebata Tifaqê ya Kurdistanî, ji ber kiryarên Şaredarê Pîranê Felat Aygoren ên li dijî rêgezên tifaqê ew şermezar kir.   Xebata Tifaqê ya Kurdistanî, ji ber kiryarên Şaredarê navçeya Pîranê ya Amedê Felat Aygoren ên li dijî rêgezên tifaqê, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Tifaqê, bibîrxist ku berî hilbijartina herêmî ya 29’ê Adara 2019’an, ji aliyê partî û tevgerên cuda Tifaqa Kurdistanî ya Hilbijartinan hat  avakirin û di bin banê HDP’ê de, kete hilbijartinên herêmî û wiha got: “Ji endamên tifaqê yên ku şaredariyan bi dest xistin yek ji wan jî navçeya Pîran a girêdayî Amedê bû. Piştî serkeftina tifaqê ya di hilbijartinan de Felat Aygoren ku hatibû hilbijartin, mixabin piştî hilbijartinan li dijî rêgezên Tifaqa Kurdistanî ya Hilbijartinan tevgeriya. Pêşî ji HDP’ê îstîfa kir û niha jî cîgirê hevşaredar Yasemîn Ûçer ku li gorî tifaqê peywir girtibû, bi nivîsa 'pêwîstî bi qedroya alîkarê şaredariyê nîne' di 31’ê Mijdara 2020’an de ew ji peywirê girt. Aygoren, bê hincet û bi kêfkarî bi nivîsa 'pêwîstî bi qedroya alîkarê serokatî nîne' cîgira hevşaredar a jin ji peywir girtiye û bi feraseta 'min kir, bû û çû' di salên dawî de li hember destkeftiyên gelê me bêhuquqiyek e nû li ser zêde kiriye.”   ‘KIRYARÊN WÎ LI DIJÎ RÊGEZÊN TIFAQÊ NE’   Tifaqê, di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt got: “Yasemîn Ûçer ku ji aliyê Aygoren ve ji peywir hat girtin, bi hev re di 29’ê Adar 2019’an de di bin banê HDP’ê de wek namzetên  Tifaqa Kurdistanî ya Hilbijartinan ketibûn hilbijartinan û bi ser ketibûn. Aygoren, bi vê tevgera xwe ya bê hiqûqî, him hiqûqa Tifaqa Kurdistanî ya Hilbijartinan, him xwemaliya partiya xwe ya PDK-Bakûr, him jî partiya Ûçer HDP’ê, ku di heman demê de banê tifaqa hilbijartinê ye tune dihesibîne. Yekem xeletiya Şaredarê Pîranê ya Aygoren ev bû ku, bêyî destûra partiya xwe îstîfakirina ji HDP’ê bû. Bi vê tevgera xwe ya fevrî bi dûrxistina cîgira hevşaredar ya jin berdewam kir. Di serî de gelê Pîranê û hemû gelê xwe em agahdar dikin ku kiryarên wî yên li dijî rêgezên tifaqê em dê nepejirînin û em vê ferasetê şermezar dikin.”   ‘WÊ XEBATÊN ME BIDOMIN’   Tifaqê, daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Ev gavên xelet ên ku vîna gel tune dihesibîne û li hember hiqûqa yekîtiyê ye, dê tu car bandorek e neyînî li ser xebatên me yên yekîtiya netewî neke û di rêya yekîtiya netewî de bi tecrûbeyên xwe em dê xebatên xwe bi biryar bimeşînin. Xebatên me yên yekîtiya netewî  ji ber ku em partiyên cuda ne, ne bi taqtîk dê bi cudahiyên me û bi nêrîna stratejîk berdewam bikin.”