Ji bo çawişê pispor ku êrişa zayendî pêk anîbû ceza hat xwestin 2021-01-05 09:47:06   ŞIRNEX – Di doznameya ku derbarê çawişê pispor Aslan A. yê li Şirnexê li hemberî zarokeke 13 salî êrişa zayendî pêk anîbû hatibû amadekirin de bi sûcdariyên “îstismara zayendî ya li hemberî zarok” û “gefxwarina bi çekê” heta 17 salan ceza hat xwestin.    Derbarê çawişê pispor Aslan A. ku di 14’ê tîrmeha 2020’an de li navenda Şirnexê li hemberî zarokeke 13 salî êrişa zayendî pêk anîbû de dozname hat amadekirin. Di doznameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê ve hat amadekirin de dîmenên kêliya êrişê cih girtin û bi awayekî hûrgilî qewimînin piştî êrişê hatine vegotin. Di doznameyê de bi sûcdariyên “îstismara zayendî ya li hemberî zarok” û “gefxwarina bi çekê” ji bo çawişê pispor Aslan A. heta 17 salan ceza hat xwestin.   Doznameya ku hat amadekirin ji aliyê Dadgeha Cezaya Esliyeyê ya Şirnexê ve hat qebûlkirin. Wê danişîne yekemîn a dozê di 2’ê sibatê de bê dîtin.    MA / Zeynep Dûrgût