Girtiyê îdamê yê berê: Em deng bidin greva birçîbûnê 2021-01-05 09:09:51 MÊRSÎN - Îsmet Kaplan ê ku ewil cezayê darvekirinê lê hatibû birin, dûre cezayê wî veguherandin cezayê muebetê û piştre di çarçoveya efûyê de hatibû berdan, diyar kir ku girtî ji bo maf û rûmeta xwe ketine çalakiya greva birçîbûnê û banga xwedî derketina daxwazên girtiyan kir. Çalakiya greva birçîbûnê ya ku girtiyan ji bo bi dawîkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan û binpêkirinên mafan, di 27’ê Mijdarê de dan destpêkirin kete roja 40’an. Heta niha di 100 girtîgehan de, nêzî 2500 girtî ketine çalakiya greva birçîbûnê û peyamên  heta ku daxwazên wan neyên pêşwazîkirin dest ji çalakiya xwe bernadin tên dayîn.   Îsmet Kaplan (62) ê ku ji ber hêcetên siyasî di sala 1981’an de hat girtin û cezayê darvekirinê lê hatibû birin û dûre cezayê wî yê darvekirinê veguherandin cezayê muebetê, di sala 1991’an de, di çarçoveya “Efûya Ozal” de hat berdan. Kaplan ê di pêvajoya girtina xwe de gelek caran tevlî çalakiyên greva birçîbûnê bûn, diyar kir ku dewlet kesên dijberê xwe muxalîf dibîne, weke dijmin îlan dike.   'POLÎTÎKAYÊN TESLÎMGIRTINÊ RED DIKIN'   Kaplan, da zanîn ku bi taybetî kesên şoreşger, sosyalist û welatparêz hedef tên girtin û wiha axivî: “Ji bo ku wan teslîm bigirin, bikin nav pergalê û îxanetê pê bidin kirin, hin pêkanînên îşkenceyê xistin meriyetê. Di şertên tecrîdê de ji bo girtiyên siyasî polîtîkayên tenê hiştin û teslîm girtinê xistin meriyetê. Di wê pêvajoyê de gelek çalakiyên greva birçîbûnê û rojiyên mirinê pêk hatin."   ARMANÇ QELSKIRINA CIVAKÊ YE’   Kaplan, anî ziman ku tecrîd û îşkence ne li gorî qanûnên wan bi xwe ne jî û wiha got: “Girtiyên şoreşger pêşengên civakê ne. Hesabên ku civakê bê rêber bihêlin dikin. Difikirin ku bê rêber mayîn wê beşa muxalîf qels bibe. Dema beşa muxalîf qels bibe jî, wê dîktatoriya faşîst li gorî dilê xwe tevbigere û pergala mêtîngerî û şêlandinê berdewam bike.”   BANGA HESTIYARIYÊ   Kaplan, dest nîşan kir ku dema êrîşek li dijî bawerî, rêgez û doza girtiyan çêbe, wê ji boparastina rûmeta xwe bertek nîşan bidin. Kaplan, da zanîn ku girtî ji bo parastina mafên xwe hewce bibe wê bikevin greva birçîbûnê jî û wiha bi dawî kir: "Daxwazên girtiyan ewe ku weke mirovan bijîn û li dijî lêgerînên tazî sekna xwe diyar bikin. Ji bo ku girtîgeh nebe girtîgeheke duyemîn divê li çalakiya wan a greva birçîbûnê xwedî bê derketin û piştevaniya wan bê kirin.Çi malbat, çi jî rayagiştî ya demokrat û şoreşger divê xwedî li daxwazên girtiyan derkevin. Ji bo çalakiya greva birçîbûnê piştevaniya herî bi bandor xwepêşandanên girseyî ne. Divê mirov her tim li pêş girtîgehan bisekinin. Bi bikaranîna medya civakî ya bi bandor de, her kes dikare hestiyariyê zêdetir bike.”   MA / Omer Akin