Xelk ji ber bihabûnê bi gazinc e û bêzar bûye 2021-01-05 09:09:48 STENBOL – Xelk bi girankirina bihayên mîna ceryan, gaza xwezayî re ket sala 2021’an. Welatî li hember bihakirina pêdiviyên jiyanê bi gazinc in û diyar kirin ku lîreyek di berîka wan de mîna sabûnê dihele û taqeta wan nemaye ku êdî ew qayişa xwe bişidînin.  Beriya vîrûsa koronayê (Kovîd-19) li cîhanê belav bibe, rewşa aboriya Tirkiyê ne baş bû û krîza aborî pêk dihat. Bi şewbê re krîz aborî kûrtûr bû. Îqtîdara AKP’ê muçeya kêmane 500 lîre zem kir û îqtîdar îdea dike ku di aboriyê de tu pirsgirêk nîne. Lê rûyê rewşa krîza aborî bi sala nû 2021’an re xwe baş da nîşandan. Xelk bi bihakirina ceryan, gaza xwezayî, xercên pasaport û ehliyetê û gelek tiştên din re sala nû pêşwazî kir. Xelk hatiye asta birçîbûnê û li dijî vê yekê bi gazinc e.    Li Stenbolê ev yek xwe baş dide nîşandan û li vî bajarê mezin hin esnafan ji ber krîza aborî derabeyên xwe girtine û hin esnaf hatine asta ku top biavêjin. Welatiyên li Stenbolê dijîn diyar dikin ku ew bi zehmetî xwe li ser pêya digirin û nikarin debara xwe bikin û di rojên zor û dijwar de derbas dibin. Welatî dibêjin ku êdî ew taqeta wan nemaye ku navtenga xwe bişidînin.    SER KRÎZÊ TÊ NIXIMANDIN    Farûk Erayta (50) ê li ser dezgehê garis difiroşe û debara xwe pê dike diyar kir ku bi şewba koronayê re karê wî ber bi xerabiyê ve çûye û beşek mezin a civakî bi krîza aborî re rûbirû maye. Erayta anî ziman ku bi zemên nû re taqeta wan nemaye ku tiştekî bikirin û got: “Ev ne bes e, îqtîdar radibe û rûdinê û dibêje aboriyê baş nîşan dide. Îqtîdar ser krîza aborî diniximîne. Muçeya kêmane kirin 2 hezar û 800 lîre lê ew bikin 5 hezar lîre jî tu feydeya wê nîne. Ya girîng ew e ku însan dikaribe tiştekî bikire û debara xwe bike. Mafê kedê nîne û edalet jî nîne. Ji bo çareserkirina krîza aborî pêdivî bi guhertinek zîhniyet û pergalê heye.”    ‘HER ROJ SEBZE NAYÊ XWARINÊ’    Selahattîn Alçin (75) ê bi muçeyê teqewîtê debara xwe dike jî destnîşan kir ku ew ji van zemên nû bi gazinc in û got: “Ez 2 hezar û 200 lîre muçeya teqewîtê digirim. Hezar û 700 lîre jê didim heqê kirê, av, ceryan û gaza wezayî. Em bi pereyê mayîn jî hewl didin zikê xwe têr bikin. Lê têr nake. Her tişt pir biha ye. Kolîyek hêkan bûye 30 lîre. Kîloyek penêr bûye 60 lîre. Kîloyek firîngî bûye 10 lîre. Kîloyek bacanê reş bûye 9 lîre. Em ê çawa debara xwe bikin? Li bazarê sê poşet tişt nakirî 200 lîre digire. Kîloya goşt derketiye 80 lîreyî. Her roj sebze jî nayê xwarin.”    ÎQTÎDAR DI NAVAL LUKSÊ DE Û KARKER JÎ DI NAVA HEJARIYÊ DE    Abdulselam Ardiç ê karkerê înşatê jî destnîşan kir ku her çiqas îqtîdara AKP’ê bêje “aboriya me baş e” jî lê her kes dizane ku aboriya Tirkiyê têk çûye û wiha got: “Nemae li Stenbolê debar gelek zor e. Ji bo me serê mehê û dawiya mehê nemaye. Em diçin marketê bêyî tiştekî bikirin dizivirin malê. Sedema herî mezin a aboriyê bêedaletî ye. Serkirde û alîgir di nava jiyanek luks de dijîn û karker û feqîr jî di nava hejariyê de ne.”    'LÎREYEK DI BERÎKA ME DE MÎNA SABÛNÊ DIHELE’    Mehmet Sedat Yildirim (38) ê esnaf ku bi mehane kar nekiriye destnîşan kir ku aboriya welat serûbin bûye û wiha got: “Şertên jiyana esnaf, karker û kedkaran her ku diçe nebaş dibe. Rewşa welat qet nebaş e. Feqîr û belengaz di rewşek zor de ne. Sala par niakaribûn maskeyan li xelkê belav bikin. Rewşa karkeran diyar e. Muçeya kêmane kirin 2 hezar û 800 lîre. A rast divê ne wisa bûya. Zatê li Qesrê divê vî muçeyî bikira 3 hezar û 500 lîre da ku karkeran dikaribûya nefesê bigirin. Bila bizanibin ku însan hene. Rejîma koletiyê ji roja roj ve didome. Ji dewlemendan tiştek nabe lê belê lîreyek di berîka esnafan de mîna sabûnê dihele. Welatî ji ber şidandina qayîşê bêtaqet bûne.”    'AKP NIKARE TIRKIYÊ BIRÊVE BIBE’    Zeynep Şîmşek a li şirketek taybet jî karê muhasebeyê dike jî anî ziman ku di hilberînê de bizdandinbûyîn, têrnekirina desteka ji bo berhemdar û zêdebûn îthalafê krîza li welat roj bi roj kûr dike. Şîmşek da zanîn ku feqîr her ku diçe feqîrtir dibe û dewlemend jî her ku diçe dewlemendtir dibe û AKP nikare Tirkiyê birêve bibe.    MA / Îdrîs Sayilgan