Xwendekarên Bogazîçiyê avahiya rektoriyê mohr kirin 2021-01-04 15:26:06 STENBOL - Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê, tayînkirina bernamzetê parlementeriyê yê AKP’ê Melîh Bûlû ya weke rektor hat wezîfedarkirin protesto dikin. Xwendekaran avahiya rektoriyê mohr kir.   Piştevaniya Bogazîçiyê, tayînkirina bernamzetê parlementeriyê yê AKP’ê Melîh Bûlû ya weke rektor li Zanîngeha Bogazîçîyê hat wezîfedarkirin, bi daxuyaniyekê li pêş Kampûsa Başûr ya Zanîngehê protesto kirin. Xwendekarên ku ewil li pêş avahiya rektoriyê hatin ba hev, avahî mohr kirin. Li ser mohrê nivîsa “Ev avahî ji ber tayînkirina Melîh Bûlûyê AKP’î yê weke rektor hat wezîfedarkirin, ji aliyê Xwendekarên Bogazîçiyê ve hatiye mohrkirin” hat nivîsandin.    Pişt re xwendekar ji bo daxuyaniyê bidin ber bi aliyê Kampûsa Başûr ya Zanîngehê ve meş li dar xistin û bertek nîşanî tayînkirina Bûlû dan.