DÎB: Wê li dijî zilma desthilatê têkoşîna me bidome 2021-01-04 11:55:01   STENBOL – DÎB’ê bi bîr xist ku di sala 2020’an de têkoşînên piralî pêk hatine û di sala nû de jî dê têkoşîna xwe ya li dijî zilma desthilatê bidomînin.    Yekitiya ji bo Demokrasiyê (DÎB), têkildarî sala nû daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji ber şewbê sermiyan bi hêrsa kar û mezibûnê xwezayê talan kiriye û wiha got: “Xizan hê bêtir xizan bûn, bêkarî û bêewlebûn zêde bû, piraniya mirovan xwegihandina xurek û tenduristiyê de zehmetî kişandin. Lê dewlemend hê bêtir dewlemend bûn.”   DAXWAZ HATIN TEPISANDIN   Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku desthilatê ji bo tepisandina muxalefeta civakî şewbê bi kar aniye û ev nirxand kir: “Li ser hev li dijî hêzên demokrasiyê operasyon pêk hatin. Şaredariyên muxalîf, Yekitiya Bijîjkên Tirk û Baro hedef hatin girtin. Zextên li ser medya civakî zêde bûn. Azadiya rêxistinbûnê hat sînordarkirin. Daxwazên gundî û kedkaran ên ji bo keda wan hatin tepisandin.”   WÊ TÊKOŞÎNA WAN BIDOME   DÎB’ê, di dawiya daxuyaniya xwe de xistina parlamenterên HDP’ê jî bi bîr xist û destnîşan kir ku di sala 2020’an de têkoşînên piralî pêk hatine û di sala nû de jî dê têkoşîna xwe ya li dijî zilma desthilatê bidomînin.