Başaran: Îqtîdar li dîwarê berxwedana jinê qelibî 2021-01-04 09:02:43 STENBOL - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, anî ziman ku îqtidarê ji serê salê heta binê salê şewba vîrûsê ji bo xwe kir mertal û jinên salwext li qadan li ber xwe dan kir hedefa xwe. Başaran, destnîşan kir ku îqtîdar li diwarê têkoşîna aştiyê yê ku jinan li dijî şer ava kiribûn qelibî. Di sala 2020'an de îqtîdarê herî zêde jin kirin hedef. Li dijî êrîş û zextên îqtîdarê jî herî zêde jin daketin qadan û li ber xwe dan. Jinan ji bo mafê xwe biparêzin kampanya dan destpêkirin û li gelek bajaran bi çalakî û daxuyaniyan bertek, nerazibûn û daxwazên xwe anîn ziman. Îqtîdarê di nava salê de xwest Peymana Îstanbul  betal bike. Lê ji ber bertekên jinan zêde bû, peyman rawestandin. Li gorî raporan di sala 2020'an de 300 jin bi destê mêr hatin kuştin. 170 jin jî bi awayekî guman mirî hatin dîtin. Bi sedan jinên siyasetmedar hatin girtin. Herî dawî Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ceza kirin û şandin girtîgehê. Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, anî ziman ku tevî hemû êrîşên îqtîdarê, jinan her tim ala berxwedanê bilind kir û danexist xwarê.    ÎQTÎDARÊ ŞEWB JI BO XWE KIR FIRSEND   Başaran, destnîşan kir ku îqtîdarê şewba vîrûsa Covît-19 ji bo xwe kir firsend û mertal û wiha got: "Di çarçoveya tedbîrên hatin girtin de banga 'Li malê bimîne' kirin. Lê ji bo jinan cihê ewle ava nekirin. Di nava salê de jin li malê bi tundiya zilam re rû bi rû man. Dîsa îqtîdar xwest Peymana Îstanbul betal bikin û destkeftiyên jinan ji destê wan bigirin. Bi vê yekê xwest rê li pêşiya tundiyê vekin. Vîna jinan nehesibandin. Bi hinceta şewbê zagona înfazê di meclîsê re derbas kirin. Xwestin jinên xweparastinê dikin ji vê zagonê sûdê negirin. Şewb kirin firsend û qatilê jinan serbest berdan. Îqtîdarê bi berdana kujeran dîsa rê li pêş kuştinên nû yên jinan vekir. Mêrên hatin berdan dîsa gelek sûcên din kirin."    SAZÎ Û RÊXISTINÊN JINAN GIRTIN   Başaran, da zanîn ku piştî qeyûm tayînî şaredariyan kir, qeyûm ewil sazî û rêxistinên jinan girtin û wiha berdewam kir: "Qeyûm hem ji bo demokrasiyê û hem ji bo jinan darbeyek pir mezin bû. Ji ber ku qeyûman saziyên jinan girtin. Jin bê vîn û bê tesîr hiştin. Mêr anîn ser saziyên jinan. Hemû jinên piştgiriyê didin jinan girtin û pasif kirin. Îqtîdarê destkeftiyên jinan kir hedef.    ZEXTAN NEKARÎ JINAN TÊK BIBE   Başaran, destnişan kir ku li ruxmê hemû zext û tundiya mêr û îqtîdarê jin têk neçûn û wiha lê zêde kir: "Di sala 2020'an de heqîqetek hebû. Jinan li ber xwe dan û têkoşiyan. Tevgera Jinan a Tirkiyeyê di dîrokê de herî zêde îsal têkoşîna kolektîf pêş xist. Ji ber têkoşîna jinan a kolektif, îqtîdarê bê navber jin kir hedef. Di dawisa salê de jî Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku hemû jiyana xwe ji bo  têkoşîna jinê feda kiriye girtin û şandin girtîgehê. Lê dema Birêz Guven girtin jî, Guven peyama "Çi li derve çi li hundir emê têkoşîna xwe berdewam bikin" da. Em jî dê li her qadê ji bo parastina nasname, beden û hemû destkeftiyên xwe li dijî hemû êrîşan têbikoşin.    ÎQTÎDAR LI DÎWARÊ BERXWEDANÊ QELIBÎ   Başaran, bal kişand ser diwarê berxwedana jinan û wiha pêde çû: "Îqtîdar li dijî berxwedana jinan bê çare ma. Ji ber wê li aliyekî tevgera jina kurd kir hedefa xwe. Li aliyê din jî xwest tevgera Jinên Tirkiye marjinal bike. Lê îqtîdar di polîtikayên xwe de bi ser neket. Îqtîdar li dijî berxwedana jinê bêçare ma. Li dîwarê berwedanê yê jinê qelibî. Îqtîdara ku ji vîdîwarî tirsiya bêtir êrîşî jinan kir.    SALA 2021'AN DÊ BIBE SALA BERXWEDANÊ   Başaran, bal kişand ser sala 2021'an û wiha got: "Sala 2021'an dê li dijî tundiya mêr bibe sala berxwedanê. Em bi mîrateya xwe ya dîrokî hene. Jinan bi bedelên mezin ev destkeftî bi dest xistin. Hebûna me ya di nava partiyên siyasî de, pergala hevserokatiyê û nûnertiya wekhev a jin û mêr ne lutfufa mêr û dewletê ye. Encama têkoşîna jinê ye. Em carek din diyar dikin ku jin dê di vê têkoşînê de gavan paşve navêje. Serhildan û raperîna jinan her ku diçe mezin dibe. Pergala Azadiya Jinê di heman demê de ji bo pergla kapitalizmê hilweşîne ji bo gelên cîhanê dibe rêyên alternatîf. Jin li dijî siyaseta şer, rêyê siyaseta aştiyê vedike. Ez bawer dikim ku li Kurdistan, Tirkiye û cihanê piştevaniya jinan a enternasyonal dê pergala kapitalist hilweşine. Em bawer dikin ku dê sala 2021’an bibe sala jinên cîhanê. Ji ber vê yekê divê em zanibin ku em alternatif in. Divê em pîvan û pergala xwe ava bikin. Em li dijî siyaseta perçekirinê bibin yek, em dikarin holek jîndar ava bikin. Ji ber vê yekê divê em bêtir bi destê hev bigirin û têkoşîna hevpar xurt bikin."    MA / Berfin Karaman