ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2021'AN 2021-01-04 09:00:39 * Li Beyoglûyê bi sedan esnafan darabeyên xwe girtine û esnafên ku darebeyên negirtine jî amadekarî dikin ku bigirin. Esnafan, diyar kir ku ji bo jiyana xwe şerê man û nemanê didin û ev tişt gotin: “Bila desthilat berçavkên hespan derxe û li gelê ku dibêje ‘Birçî me’ binêre.” * Çalakiya greva birçîbûnê ya bi daxwaza rakirina tecrîdê, di roja 39'emîn de dewam dike. Malbatên girtiyan, diyar kirin ku daxwazên girtiyan daxwazên wane û banga xwedî derketina çalakiya greva birçîbûnê kirin.   * Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, anî ziman ku îqtidarê ji serê salê heta binê salê şewba vîrûsê ji bo xwe kir mertal û jinên salwext li qadan li ber xwe dan kir hedefa xwe. Başaran, destnîşan kir ku îqtîdar li diwarê têkoşîna aştiyê yê ku jinan li dijî şer ava kiribûn qelibî.   * Danişîna ewil ya Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca ya ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin, wê roja pênçşemê bê dîtin. Di îdîanameya derbarê Alaca hat amadekirin de, tevlîbûna wê ya daxuyaniya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan a ku piştî binçavkirina Ayhan Bîlgen çûbû bajêr, sûc hat hesibandin.   * Dayika girtî Hamza Arzûman, Bediye Arzûman, diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhaneyê girtiyên siyasî bi îşkenceyeke mezin re rû bi rû ne û ev tişt got: “Kurê min herî dawî dema ku li min geriya got ku boriya qenalîzasyonê teqiyaye û ava qenelîzasyonê diherike ser ser wan, nikarin bêhn bigirin.”   * Di nava salekê de di lêpirsîna Gulistan Dokû de tu peşveçûn çênebû. Derbarê bersûcê sereke Zaynal Abarakov de tu kirarî nehat kirin. Jinan bertek nîşanî vê rewşê da û banga 5’ê çileyê kirin.   * Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê diyar kir ku ji sala 2018’an heta niha 674 sivîl hatine kuştin û 7343 sivîl jî hatine revandin.   * Çalakiya greva birçîbûnê ya ku li girtîgehan li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hat destpêkirin, di roja 39'emîn de, dewam dike.   *  Danişîna ewil a doza Hevserokên HDP’a Dîlokê jî di nav de 18 jê girtî 29 siyasetmedarên tên darizandin dê li Dageha Cezayê Giran a 2’yemîn a Dîlokê were lidarxistin. (09.00)    * TJA dê li Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Silopiya ya Şirnexê Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ên di 4’ê çileya 2016’an de li Silopî hatin qetilkirin dê bibîr bînin. (12.00)   * Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Garo Paylan ê ji Aboriyê Berpirsiyar e dê têkildarî rewşa aborî li avahiya HDP’a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.00)   * DFG dê Rapora Binpêkirinên Mafên Rojnamevanan a Sala 2020’an li avahiya xwe ya li Ofîsa Amedê bi civînek çapemeniyê eşkere bike. (13.00)   * Danişîna duyemîn a qatilê Pinar Gultekîn, Cemal Metîn Avci û birayê wî Mertcan Avci dê li Dadgeha Mûglayê bê lidarxistin. (13.30)