Hejmara miriyên vîrûsa koronayê derket 21 hezar û 488 kesan 2021-01-03 20:30:02   NAVENDA NÛÇEYAN – Di 24 saetên dawîn de ji ber vîrûsa koronayê 193 kesan jiyana xwe ji dest da û hezar û 515 nexweşên nû jî di nav de 9 hezar û 877 kes pê ketin. Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca daneyên dawîn ên vîrûsa koronayê parve kir. Li gorî daneyên Koca, di 24 saetên dawîn de ji ber vîrûsa koronayê 193 kesan jiyana xwe ji dest da û hezar û 515 nexweşên nû jî di nav de 9 hezar û 877 kes pê ketin. Bi van daneyan re hejmara kesên ku bi vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dane derket 21 hezar û 488 kesan û hejmara kesên ku pê ketine jî derket 2 milyon û 241 hezar û 12 kesan.