Cenazeyê jina winda hat dîtin 2021-01-03 16:27:31   ISPARTA - Li Ispartayê, cenazeyê Gulsum Dogan a 13 roj bûn winda, hat dîtin.   Jina 31 salî Gulsum Dogan, di 22'yê Kanûna  2020'an de, li Taxa Sermet a Ispartayê winda bû. Ji wê rojê ve agahî jê nedihat girtin. Cenazeyê Dogan li qadeke çoltera navçeya Aglasûn a Bûrdûrê hat dîtin.     Cenazeyê Gulsum piştî li cihê bûyerê hat lêkolînkirin, ji bo otopsiyê rakirin morga nexweşxaneya navçeyê.