Dikanderên ceyran û ava wan hatin birîn: Cihekê em biçînê tuneye 2021-01-03 12:50:26   AMED - Dikandarên Firûşgeha Mehmetxan a piştî biryara hilweşandina wê, av û ceyrana wan hat birîn, diyar kirin ku tu cihekê ku ew biçînê tuneye û banga hestiyariyê li raya giştî kirin.    Wezareta Derdor û Bajarvaniyê, biryar da bû ku Firûşgeha Mehmetxan ê li Taxa Dabangolû ya girêdayî navçeya Sûr a Amedê bê hilweşandin. Di çarçoveya biryara wezaretê de, dê firûşgeh bê hilweşandin. Walîtiya Amedê piştî biryarê, ferman da TEDAŞ û DÎSKî ku av û ceyrana dikanên firûşgehê bibirîn. Li ser fermana walîtiyê, av û ceyrana dikandaran hat birîn. Duh jî ji 50 dikandarên di firûşgehê de hat xwestin ku dikanên xwe vale bikin.    Dikandarê firûşgehê jî, di roja dawî de ji bo ku dengê xwe bigihînin raya giştî ketin nava hewldanan. Dikandarên ku derbarê vê rewşa xwe de tu mûxataban nabînin, herî dawî  li ser medya civakî Twîtterê, xwestin dengê xwe bigihînin rayedar û raya giştî. Dikandaran di parvekirina kirin de wiha gotin: “Firûşgeha me berî 4 salan hat gelemperîkirin. Îro ji me dixwazin ku em kargehên xwe vale bikin. Di vê pêvajoya pandemiyê, şert û mercên zivitanê de, emê bi ku de biçin. Em 50 dikandar tu cihekê me yê em biçinê tuneye.”