Midurê qeyûm şaredarî barkir mala xwe 2021-01-03 10:38:34 MÊRDÎN - Serokê Baskê Ciwanan a AKP’ê yê berê Halîl Yomak, ku qeyûmê Şaredariya Qoserê weke Midurê Baxçe, Park û Karê Paqijiyê tayînî şaredariyê kiribû, dema ku bi wesayîtên şaredariyê, li ber deriyê mala xwe kevirên parkeyê çêdikir dîmênên wî hatin kişandin.   Serokê Baskê Ciwanan a AKP’ê yê berê Halîl Yomak, ê ku qeyûmê Şaredariya Qoserê Huseyîn Çam weke Midurê Baxçe, Park û Karê Paqijiyê tayînî şaredariyê kiribû, derfetên şaredariyê ji bo karên xwe yên taybet kiriye seferber. Yomak ê ku di serdema qeyûmê beriya yê niha de weke Midurê Nivîsarê Taybet di Şaredariya Qoserê de dixebitî, welatiyan dîmênên wî yên ku bi derfetên şaredariyê karê mala xwe dike kişandin. Yomak, ji xeynî wesayîtên şaredariyê ji bo karên xwe yên taybet bikarbîne, bi kevirên parke yên şaredariyê jî ber deriyê mala xwe çêkir.   BERDERIYÊ MALA XWE KIR PARKE   Di 2’yê Çileya qedexeya derketina kolanan a di çarçoveya pandemiyê de hat ragihandin didome de, Yomak bi wesayîtên şaredariyê parkeyên kevir, xîz û hin amûrên din birin ber deriyê mala xwe ya li Taxa Îstasyonê ya navçeya Artûklûyê û karê xwe jî bi karkerên şaredariyê da kirin. Di wêne û dîmenên ku welatiyan kişandin û ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re şandin de, li pêş mala Yomak kepçeyeke şaredariyê û mînîbûseke bi plakaya fermî xuya dikin. Di dîmenan de tê xuya kirin ku li ber deriyê Yomak kevirên parkeyê jî tên bicihkirin.   PERSONELÊN ŞAREDARIYÊ MALÊ PAQIJ DIKIN   Li aliyê din, hat diyarkirin ku Yomak, wesayît û amûrên şaredariyê li ber deriyê mala xwe danîne û personelên şaredariyê yên paqijiyê bi awayekî bi rêk û pêk ji bo paqijiya mala Yomak hatine peywirdarkirin. Welatiyan, diyar kir ku mala Yomak ne di sînorên Şaredariya Qoserê de ye, lê hemû derfetên şaredariyê ji bo xwe tahsis kirin e. Welatiyan, da zanîn ku rewşa kolanên li taxan gelek nebaşin, lê ligel vê yekê jî, derfetên şaredariyê ji bo karên kesan tên bikaranîn û bertek nîşanî vê rewşê dan.   MA / Ahmet Kanbal