Şêniyên Şengalê 33 roj in li dijî peymanê nobetê digirin 2021-01-03 09:45:38   ŞENGAL - Şêniyên Şengalê, li dijî hevpeymana Şengalê ku li Bexda û Hewledê hat îmzekirin û ji bo xwedî li Asayîşa Êzidixanê derkevin, 33 roj in çalakiya nobetê didomînin.    Xelkê Şengalê 33 roj in li ber Navenda Asayîşa Êzidixanê bi dirûşma “Em hemû asayiş in” çalakiya nobetê didomînin. Şenîyên Şengalê bi armanca li dijî Peymana Şengalê ya li Hewler û Bexda hatibû îmzekirin û ji bo xwedî li Asayişa Êzidîxanê xwedî derkevin dest bi çalakiya nobetê kiribûn. Çalakî 33 roj bi serdana şêniyên Şengalê didome.