‘Ocalan azad bibe dê aştî çêbe û zarokên me nemirin' 2021-01-03 09:09:15 ÎZMÎR – Malbata Yagmekanê bi salan e bi tahde û zextên dewletê re rû bi rû maye. Ferdekî malbatê li çiyê jiyana xwe ji dest daye, yek jê di girtîgehê de ye û yek jê jî ji bêgavî çûye Ewropayê. Dayik Sûltan Yagmekan, bal kişand ser grevên birçîbûnê û got: "Heger Ocalan azad bibe dê aştî çêbibe, dê zext û zorî nemînin û wê zarokên me nemirin."    Li Tirkiyeyê di salên 90'î de gelek gund hatin şewitandin, cinayetên kiryar nediyar hatine kirin û bi dehhezaran kurd ji ber zext û zoriyan ji bêgavî terka warên xwe kirin û berê xwe dan bajarine din an jî welatine din. Yek ji van malbatan jî malbata Yagmekan e. Malbat ji Nisêbîna Mêrdînê berê xwe daye navçeya Konak a Îzmîrê.   Dayik Sûltan Yagmekan a 65 salî ku 7 zarokên wê hene, behsa tahde û zextên ku bi wan re rû bi rû mane kir.    Dayik Yagmekan, anî ziman ku di sala 1993'yan de ji ber tahdeya dewletê ji gundê xwe Krûkê derketine û çûne li Nisêbînê bi cih bûne, lê belê piştî li vê derê jî zext û zorî dewam kirine vê carê di sala 2003'yan de bar kirine çûne navçeya Kadîfekale ya Îzmîrê. Yagmekan, diyar kir ku lê belê li vê derê jî zext û zorî dewam kirine.    Dayik Yagmekan, anî ziman ku li vê derê jî polîsan tim avêtiye ser mala wan û ji ber van zext û zoriyan kurê wê Rêzan êdî hew tamûl kiriye û di sala 2003'yan de berê xwe daye çiyê. Yagmekan, bilêv kir ku kurê wê di sala 2010'an de jiyana xwe ji dest daye û kurê wê Firat jî di sala 2007'an de hatiye girtin û cezayê muebeda giran lê hatiye birîn. Yagmekan, destnîşan kir ku kurê wê Mûrat jî ku zewicandî û du zarokên wî hene, ji ber ku tim dihat binçavkirin di sala 2016'an de bi tenê lêxistiye û çûye Ewropayê.    Ji ber ku hema bibêje du rojan carekê polîsan davêt ser malê, malbat neçar maye ku di sala 2014'an de malê bar bike biçe Stenbolê. Malbat li Stenbolê bi birinca binok debara xwe kiriye, lê 9 meh şûnde cardin berê xwe daye Îzmîrê.    POLÎSAN AVÊTINA SER MALÊ JI XWE RE KIRINE ADET    Yagmekan got: "Gava em ji Stenbolê hatin, çendî ku kurê min li çiyê jiyana xwe ji dest dabû jî, bi hinceta aqûbeta wî tim avêtin ser mala me. Wexta kurê min ê din çû derveyî welêt, zext û zorî zêdetir bûn. Polîsên davêtin ser malê tim digotin 'Kurê te li ku ye, çima çûye, herin wî ji me re bînin.' Êdî avêtina ser malê bûbû tiştekî rûtîn."    YEK DI BIN AXÊ DE, YEK DI GIRTÎGEHÊ, YEK JÎ LI XERÎBIYÊ    Dayik Yagmekan anî ziman ku kurê wê Firat di Girtîgeha Kiriklar a Jimare 2 a Tîpa F'yê de ye û li girtîgehê gelek nexweşîn lê peyda bûne. Yagmekan, bilêv kir ku kurê wê jê re dibêje nayê tedawîkirin.    ‘HEGER OCALAN AZAD BIBE DÊ ZAROKÊN ME NEMIRIN'    Dayik Yagmekan, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan ku di 27'ê Mijdarê de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin jî û got: "Em dizanin girtiyên nexweş nayên tedawîkirin. Ez naxwazim zarokek min ê din jî jiyana xwe ji dest bide. Em bi zarokên xwe re ne. Di vê pêşiyê de daxwaziya me ya sereke Ocalan e. Heger Ocalan azad bibe dê aştî çêbibe, dê zext û zorî nemînin û wê zarokên me nemirin."