'Demildest Koyuncu serbest berdin 2021-01-02 14:51:55   ÎZMÎR - Komîsyona Girtigehan a Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê bal kişand ser rewşa girtî Turgut Koyuncu yê li Girtîgeha Tîpa T a Odemîşê ku dermankirina wî tê asteng kirin û wiha got: "Em dixwazin Turgut Koyuncu demildest bê berdan."    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îzmirê, bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş civîna çapemeniyê li dar xistin. Komîsyonê ji ber qedexeya derketina kolanan daxuyanî bi rêya online li ser medya civaki parve kirin. Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê Ahmet Çîçek, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Turgut koyuncu yê li Girtîgeha Tîpa T a Odemişê û wiha got: "Li Girtîgehan binpêkirina mafan derketiye asta herî jor. Di sala 2020'an de lêgerîna tazî bûye awayekî rûtîn. Di ser kapasiteya odeyan de girtî hene. Girtî di aliyê xwarin û vexwarina bi tenduristî xwedî nabin. Dîsa bi hinceta şewbê nayên dermankirin. Gelek girtî bi şewba vîrûsê ketin û girtî ji ber vê nexweşiyê dimirin. Girtî li dijî binpêkirina mafan dikevin greva birçîbûnê. Girti nayên dermankirin."    Çîçek, anî ziman ku rêveberiya Girtîgeha Tîpa T a Odemîşê girtiyê nexweş Koyuncu derman nake û wiha got: "Koyuncu 25 salin girtî ye. Koyuncu demek dirêj e nexweş e û tê dermankirin. Di asta jor de nexweşiya sedef heye. Nexweşiya sedefê li ser lebatên din ên bedenê zerarê dike. Em dixwazin rayedar demildest girtiyê nexweş Turgut Koyuncu serbest berdin."