Kurê Kaya yê 85 salî: Em ne taloqkirinê, beraeta wî dixwazin 2021-01-02 11:42:21 ENQERE - Abdulalîm Kaya yê 85 salî yê ku ji ber nexweşiyên xwe yên giran cezayê wî hatibû taloqkirin û berdan, ger piştî 3 mehan rapora wî ya tenduristiyê nebe, wê cardin bikeve girtîgehê. Kurê Kaya Îsmaîl Kaya, diyar kir ku ew naxwazin cezayê bavê wî bê taloqkirin, ew dixwazin bê beraetkirin.    Abdulalîm Kaya (85) ê li Sêrtê dijî, ji ber ku di sala 2008’an de, tevlî daxuyaniyekê çapemeniyê bibû doz lê hatibû vekirin û 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, bi îdîaya “propagandeya rêxistinê kirin” 5 sal cezayê girtîgehê lê birîbû. Kaya ji ber vî cezayî, ligel temenê xwe yê extiyar û gelek nexweşiyên xwe yên kronîk jî, di 10’ê Kanûna 2020’an de hatibû girtin. Kaya yê kirin Girtîgeha Tîpa H a Bûrsê, 80’î rojan di hucreya yek kesî de girtin.   Parazvanên mafên mirovan, bal kişandin ser rewşa Kaya û ji bo wî li ser medya civakî dest bi kampanyayê kirin. Kaya, di 25’ê Kanûnê de xwînîbûna mîdê derbas kir û wî rakirin nexweşxanê. Li ser vê yekê heya 3 mehan cezayê Kaya hat taloqkirin. Kaya yê di 30’ê Kanûnê hat berdan, li Nexweşxaneya Bajêr a Bûrsayê dest bi tedawiya wî hat kirin.    Kaya yê ku di girtîgehê de rewşa wî ya tenduristiyê xirabtir bû, piştî 3 mehên din, ger rapora wî ya tenduristiyê nebe, wê carek din bê girtin.   NEDIKARÎ BIAXIVE   Kurê Kaya Îsmaîl Kaya, bal kişand ser rewşa tenduristiyê bavê xwe û wiha axivî: “Berî bavê min bê girtin, emeliyat prostatê derbas kir. Hîna baş ne bibû wî girtin. Di girtîgehê de rewşa wî xirabtir bû. Dema bavê min hat berdan, nedikarî bi axive. Rewşa wî pir ne baş bû. Bavê min 85 saliye û nexweşiya wî ya şekir heye. Divê her tim dermanan bixwe. Dîsa gûrçikên wî ji sedî 40 dixebitin. Di heman demê de tansiyona bilid pê re heye. Nikare di girtîgehê de, li xew mêze bike. Pêdiviya wî bi lêmêzekirina me heye.”   'EZ Ê BIBIM MECLÎSÊ’   Kaya, ji bo bavê xwe daxwaza beraetê kir û wiha got: “Em naxwazin cezayê bavê min bê taloqkirin, em dixwazin ku bê beraetkirin. Piştî 90 rojan, ger rapora bavê min a tenduristiyê nebe, wê cardin bibin girtîgehê. Ger rawşa bavê min hinekê baş bibe, ezê wî bibim Meclîsê. Em ê hevdîtinê bi partiyên siyasî re bikin. Ger dikare di girtîgehê de bimîne, bila wî bibin bixin girtîgehê. Lê ger neyê girtin jî, ez ê wî piştî 11 salan bibim welatê wî Sêrtê. Ji bo ku hesreta cih û warê xwe derbas bike.”