Du kesan ji ber dûmana sobê jiyana xwe ji dest dan 2021-01-02 10:41:30   ÊLIH - Li Êlihê, Hatîce û Bereket Atay ên hevjînê hev, ji ber dûmana sobê jiyana xwe ji dest dan û 3 zarokên wan ên ji dûman bi bandor bûn rakirin nexweşxanê.   Li kolana 1508'an a Taxa Cûmhûriyetê ya Êlihê, Bereket Atay (40) û Hatîce Atay (35) ên hevjînê hev, ji ber dûmana sobê fetisîn. Li ser agahî dayînê ekîbên tenduristiyê hatin cihê bûye. Ekîbên tenduristiyê piştî kontrolkirina Bereket û Hatîce, diyar kirin ku her duyan ji ber dûmana sobê jiyana xwe ji dest dane.   Ekîbên tenduristiyê, 3 zarokên malbatê yên ji dûman bi bandor bibûn jî rakirin nexweşxanê û cenazeyê hevjînên hev Bereket û Hatîce, birin morga Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Êlihê.