Yuksekdag: Dê 2021'an bibe sala gelan û ciwanan 2021-01-02 10:17:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag, bi minasebeta sala nû ya 2021’an nameyek ji Parlamentera HDP’ê Dêrsim Dag re şand û diyar kir ku ew hevî dike ku sala 2021’an bibe sala gelan û ciwanan.    Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag ku li Girtîgeha Hêjmar 1 a Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Kocaeliyê girtî ye, bi minasebeta sala nû ya 2021'an nameyek ji Parlamentera HDP'ê Dêrsîm Dag re şand. Yuksekdag, bi rêya nameyê gelên Tirkiye, ciwan û kedkar silav kir û wiha got: "Bi heviya ku sersala nû ji hemû gelan, jinan, ciwanan û hemû kedkaran azadî, edalet û heq bîne. Li dijî tiştên kevn dibin, dirizin û li dijî serweriya ku bûye barê giran ê dîrokê bi înad dem dema ajbûn, jînbûn û mezinbûnê ye. Ez hevî dikim ku sala 2021’an bibe sala gelan û ciwanan. Ji Meclîsa Ciwanên me yên HDP’ê û hemû hevalan re bi rêya te ez hezkirin û silavên xwe dişinim."