Li sînor guleyên ku dipengizin hemû li kurdan dikevin! 2021-01-02 09:11:57 COLEMÊRG - Walîtiya Colemêrgê, wekî mirina Şeralî Derelî, Vedat Ekîncî, Kerîmhan Zerender û Adem Kûyûmcû yên bi guleyên eskeran hatin kuştin, di birîndarkirina Reşît Ekîncî de jî piştî ku raya giştî pê hesiyan daxuyanî da û got: "Gava eskeran ji bo hişyariyê bera hewayê daye, qeza çêbûye û Ekîncî birîndar bûye."    Li Colemêrgê ev çend meh in gelek kes bi guleyên eskeran birîndar dibin û jiyana xwe ji dest didin. Herî dawî di 30'yê Kanûna 2020'an de Reşît Ekîncî yê 26 sal û birîndar bû. Wekî her carê walîtiyê cardin got, "qeza çêbûye." Her wiha heya niha di lêpirsînên "îdarî û edlî" yên derbarê van bûyeran de tiştek jî nehatiye kirin.    PIŞTÎ WEKÎLÊ HDP'Î PARVE KIR WALÎTIYÊ DAXUYANÎ DA    Herî dawî di 30'yê Kanûna 2020'î de li bejahiya navçeya Rûbarokê bûyereke bi vî rengî qewimî. Ciwanên ku jixwe re geşt dikirin eskeran bera wan dabû û Reşît Ekîncî yê 26 salî ji serê xwe birîndar bûbû. Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Colemêrgê Saît Dede piştî bûyerê bi rojekê, dîmenên bûyera navbirî li ser hesabê xwe yê twîtterê parve kiribû.    ‘QEZA ÇÊBÛYE'    Piştî parvekirina Dede bi rojekê Walîtiya Colemêrgê derbarê bûyerê de daxuyanî da. Walîtiyê di vê daxuyaniya xwe ya derbarê Ekîncî de jî eynî wekî bûyerên berê yên bi vî rengî îdia kir ku "Gava eskeran ji bo hişyariyê bera hewayê daye qeza çêbûye û Ekîncî birîndar bûye."    Her wiha walîtiyê di daxuyaniya xwe de parastiye ku cihê bûyer lê qewimiye ne qada "geşt û seyranê" ye û xwestiye bi vî awayî gotinên Dede li derewê biqelibîne.    HIN DAXUYANIYÊN WALÎTIYÊ YÊN BI HEWAN RENGÎ   Hin dawuyaniyên ku heya niha Walîtiya Colemêrgê derbarê bûyerên bi vî rengî de dane ev in:    * Li gundê Şapatanê yê Şemzînanê, di 6'ê Tebaxa 2017'an de polîsan avêtibû ser gund û gundî îşkence kiribûn. Walîtiyê di daxuyaniya xwe de gotibû: "Kesên gumanbar li gor hiqûqê hatine binçavkirin." Lê belê dewsa îşkenceyê ya li ser laşê welatiyan, daxuyaniya walîtiyê pûç kiribû.    * Di 10'ê Cotmeha 2017'an de Qereqola Dûrak a navçeya Şemzîzanê, wesayîtek gulebaran kiribû. Di wesayîtê de Çetîn Başer jiyana xwe ji dest dabû û Kerîmhan Zerender jî bi giranî birîndar bûbû. Walîtiyê di daxuyaniya xwe ya ji bo vê yekê de jî gotibû "qeza" çêbûye. Lê belê malbata Zerender beriya daxuyaniya walîtiyê bi Ajansa Mezopotamyayê re axivîbû û gotibû, gef li Zerender hatiye xwarin ku neaxive û polîs û eskeran zext li wan xwariye ku bûyerê wekî "qezayê" ragihînin.     ‘HIŞYARÎ'    * Di 14'ê Cotmeha 2017'an de li gundê Evliyan ê navçeya Şemzîzan a Colemêrgê Adem Kûyûncû, gava li baxçeyê xwe avdanî dikir eskeran ew gulebaran kiribû û jiyana xwe ji dest dabû. Walîtiyê piştî 3 rojan daxuyanî dabû û ji bo vê jî îdia kiribû ku "eskeran ji bo hişyariyê bera hewayê dane" û Kûyûncû jî jiyana xwe ji dest daye.    * Di 1'ê Tebaxa 2019'an de li navçeya Rûbarok a Colemêrgê Vedat Ekîncî yê 14 salî hatibû kuştin û kesek jî birîndar bûbû. Walîtiyê di daxiyaniya xwe de îdia kiribû ku "eskeran ji bo hişyariyê bera hewayê daye" û guleya pengiziye li Ekîncî ketiye û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye.    ‘LI GOR MEWZÛATÊ YE'    * Di 29'ê Cotmeha 2020'an de li gundê Awyan ê bajaroka Esendere ya Geverê eskeran Şeralî Derelî yê 61 salî jî li nêzî mala wî kuştibû. Walîtiyê Colemêrgê piştî pênc rojan daxuyanî dabû û di daxuyaniya xwe de bûyer rewa kiribû û gotibû "li gor mewzûatê ye". Her wiha walîtiyê derpêş kiribû ku piştî mudaxileyekê Derelî jiyana xwe ji dest daye û ji bo bûyerê rewa bike gotibû ji ber tiryakê sabiqeya Derelî heye.    MA / Gokhan Altay