Li girtiyên ku binpêkirinên mafan protesto kirin, ceza birîn 2021-01-02 09:10:58 MÊRSÎN - Li Girtîgeha Kurkçulerê li 8 girtiyên ku li ber binpêkirina mafan û pêkanînên kêfî rabûne, 2 mehan cezayê şandina name û faksan û mehekê jî cezayê hevdîtina vekirî hatiye birîn.  Li Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê ya Tîpa F'yê li 8 girtiyan cezayê pêwendîdanînê hatiye birîn. Ji ber ku girtî li ber binpêkirina mafan û pêkanînên kêfî rabûne 2 mehan cezayê şandina name û faksan û mehekê jî cezayê hevdîtina vekirî hatiye birîn.    Di 2'yê Mijdara 2020'an de gava gardiyan êrîşê dibin ser girtî Bekr Kûdak û paşê wî dibin hucreyê, girtiyê nexweş Kemal Ozelmali, girtî Harûn Kaya, Mehmet Emîn Vûral, Nazim Çoker, Savaş Can, Abdullah Yilmaz û Sedat Şîmek bi berzkirina dirûşmeyan çalakiya dengderxitinê li dar dixin û li deriyan didin. Piştî çalakiyê Serokatiya Desteya Dîsîplînê, derbarê Kûdak û 7 girtiyên din de lêpirsînê dide destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de îfadeya her 8 girtiyan hatiye girtin.   CEZA    7 girtiyan di îfadeya xwe de aniye ziman ku ji ber tecrîd, pêkanên kêfî yên li girtî û bêhiqûqîtiya li hevalê wan Kûdak hatiye kirin prostesto bikin çalakî li dar xitsine. Kûdak jî di îafdeya xwe de gotiye, di 20'ê Tebaxa 2020'an de wî anîne girtîgehê û gav wî anîne 10 gardiyan û sergardiyanek lê xistine û paşê wî xistine odeyeke ser hewadariya wê bi têlan girtî û wekî "odeya tecrîdê" tê binavkirin. Kûdak, di îfadeya xwe de aniye ziman ku di heman rojê de 5 gardiyanên din jî hatine û lêxistine û bi hinceta "karantînayê" meh û nîvek di hucreyê de hatiye hiştin û hevalên wî jî li ber van pêkanînên kêfî û bêhiqûqî rabûne û bi awayekî demokratîk protesto kirine.   Di çarçoveya lêpirsînê de bi îdiaya "berzkirina dirûşmeyan û gotina sirûdê" 2 meh cezayê şandina name û faksan û mehekê jî cezayê hevdîtina vekirî li her 8 girtiyan hat birîn.    MA / Omer Akin