El-Ebid: Tirkiyê armanc dike ku Kerkûk û Mûsilê kontrol bike 2021-01-01 14:07:13 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid, têkildarî siyaset û êrîşên Tirkiyeyê ya li herêmê hişyar kir û got: "Rûsya şirîkekî di bin maseyê de ye. Armanc dike ku dagirkirina Tirk ji Sûriyê berfireh bibe. Tirkiye jî armanc dike ku ji deryayê heta Kerkuk û Mûsilê kontrol bike."    Di hefteya dawî de êrîşên Tirkiye û komên girêdayî Tirkiyeyê yên li dijî Serêkaniyê, Efrîn û Eyn Îsa zêde dibe. Têkildarî êrîşên Tirkiyê û polîtîkayên li ser herêmê tên meşandin, Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid, ji nûçegîhanên Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Xalid Cuma û Ehmed Elî re axivî. El-Ebid anî ziman ku Tirkiyeyê êrişên li dijî Eyn Îsa, Til Temir û Minbicê didomîne û QSD’ê li gorî agirbesta bi garantiya Rûsyayê, tev digere. El-Ebid bal kişand ser rola Rûsyayê jî û wiha got: "Dewleta Tirk êriş ranewestandiye û Rûsya destwerdanê nake. Em dibêjin ku ew ne garantor e, lê ew ji bin maseyê de şirîk e. Da ku dewleta Tirk dagirkirina herêman ji Sûriyê berfireh bike heta bigihîne rêya M4. Ji ber ku peymana wê ya bi Tirkiyê re ya derbarê  li Idlibê de temem bibe. Lê Rûsya ji ber hebûna Cebhet El-Nusra nikare li ser rêya M5 ya Laziqiyê-Şamê nikare serwer bike."   El-Ebid, bibîr xist ku dagirkerî tenê bi dagirkirin an jî serwerîkirina li erdnîgariyekê nake û wiha axivî: "Dagirkeriyê derbas dike û fikirên nifşên nû bê mêtînger dike, dîroka berovajî dike, xêr û berê talan dike û demografî demografiyê diguhere. Ew yek jî piştre dibe sedema avakirina şerê etnîkî. Dewleta Tirk li bakurê Sûriyê ji Idlibê heta bi Serêkaniyê vê yekê pêk tîne. Li wah herêman dewleta Tirk bi rêya komên terorîst hovanetirîn sûcên li dijî sivîlan pêk tîne, da ku wan koçber bike."   El-Ebid, destnîşan kir ku Tirkiye li Efrînê, navên kolan û gundan guherî, şêniyên wê bi zorê koçber kirin û malbatên çeteyan lê bi cih kirin û wiha pêde çû: "Piştî dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî, çete û malbatên wan li wan herêman bi cih kirin.  Her wiha bi bîr xist ku li gorî 'lihevanînên' a di navbera Rûsya û oposîzyonê û piştre dewleta Tirk de pêk hat ew çete ji Xûta, Humis, Deraa û bajarên Sûriyê yên dîtir li Idlibê, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bi cih bûn. Piştî ku Rûsya, Îran û dewleta Tirk derbasî xeta danûstandinên girêdayî Sûriyê bûn, tu nûner ji rejîma Baas an jî oposîzyonê eşkere nebûn. Tenê di civînên li Astana û Sochiyê de biryara şer û lîstina bi xwîna gelê Sûriyê dida. Lê piştî projeya îxwanî li Rojhilata Navîn bi bin ket, dewleta Tirk bi rêya van çeteyan hewl da berjewendiyên xwe li Sûriyê pêk bîne. Çete ji Idlibê ji bo Cerablusê ya li bejahiyên bakurê Helebê û sînorê bi Tirkiyê re, herêmên Serêkaniyê û Girê Spî re hatin şandin, bicihkirina şêniyên resen li wan herêman wekî hinceta vê yekê nîşan dan, lê di rastiyê de ew çeteyên ku dewleta Tirk li gorî berjewendiyên xwe veguhastin wan herêman."   'DIZÎ Û POLÎTÎKAYÊN TIRKKIRINÊ'    Der barê sûcên guhartina demografî û hewldanên tevlêkirina herêmên dagirkirî li sînorê siyasî yê Tirkiyeyê El-Ebid wiha berdewam kir: ""Li tevahî herêmên dagirkirî, alên tirkiyê li ser dibistanan ne, tê de zimanê tirkî bi zorê tê fêrkirin. Ev yek dewleta Osmanî li Lîwa Iskenderon jî kir û piştre nasnameyên tirkî dan wan û beşdarî hilbijartinan kir. Lê dema Erdogan Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin, got ez ê şêniyên wan ên resen li wan herêman vegerînim. Lê belê şêniyên wan herêman ên resen da koçberkirin û çete û malbatên wan li malên wan hatin bi cih kirin. Ma Efrîn cihê Çeçan û îgoar û çeteyên Erdogan e?"   El-Ebid diyar kir ku li herêmên dagirkirî zimanê Tirkî li ser sivîlan tê ferzkirin û tenê kesên bi zimanê Tirkî dizanin kar bi dest dixin, ji lew ra şênî di navbera du vebijêrkan de mane, an tirkirkirin û çetîtiyê qebûl bikin an ji birçîna bimirin û wiha got: "Tirkiyê hîn jî navên kolanan û herêman û avahiyan diguhere û ala xwe bilind dike. Navê dibistaneke li herêma Carablusê ya Sûriyê kiriye'Diya Erdogan'. Lîreya Sûriyê li hemberî nirxê dolar daketiye, nirxên kel û pelan jî bilind in, li beramberî wê dixlê welatiyan kêm e. Ji ber vê yekê welatî dibe qurbanê du lîreyan û dolar û nirxên her du lîreyan jî li ber têk çûnê ye, nexasim piştî ku ji ber siyaseta Tirkiyê ya hundirîn û destwerdana di kar û barên dewletên cîran de cezayên aborî lê hatin ferzkirin."   Hemdan El-Ebid destnîşan kir ku ferzkirina bikaranîna lîreya Tirkiyê isbat dike ku dewleta Tirk herêmên Sûriyê yên dagirkirine wekî berdewamiya erdnîgariya xwe dibîne û hebûna wê li wir dê dirêj bike, her wiha tê wateyê dagirkirina aboriyê ku hewl dide bi vê yekê bandora cezayên Amerîkayê jî sivik bibe. El-Ebid da zanîn ku piştî nirxê lîreya Sûriyê daket, dewleta Tirk li herêmên dagirkirî lîreya Tirkiyê ferz kir û îşaret pê kir ku di dîmenekî de ku li ser medyay civakî hatibû belavkirin kesekî lîreya Sûriyê dişewitand û lîreya Tirkiyê bi kar anî.   DIDIZÎN Û DERBASÎ ENQEREYÊ DIKIN?   Ebid wiha axaftina xwe dewam kir:"Erdogan û çeteyên wî heta bi kepa nanê Sûriyan jî rehet nehişt, hilberên zeytûnan, pembo, genim û ceh didizîn, mînaka wê jî talankirina depoyên genim ên li herêmên Serêkaniyê û Girê Spî ye paşê derbasî Tirkiyê dikirin û welatiyê Sûriyê zehmetiya tunebûn û bilindbûna nirxên wan dikişînin."   El-Ebid got ku heta bi keviran ji dewleta Tirk a dagirker nefilitîn û got, dewleta Tirk hewl dide dîrok û mîraseya şaristanî ya herêmê xirab bike, armanca wê ji talankirina şûnwarên herêmên ne tenê qezenciya madî, di heman demê de îmhakirina nasnameya dîrokî û çandî ya herêmê ye.   Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çeteyan gelek gir kolan û şûnwarên tê de diznî li bazarên reş ên Tirkiyê firotin, mînake vê yekê girê Til Helef ê li Serêkaniyê ye.   Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku Tirkiyê dixwaze ji deryayê heta bi Kerkûkê, Musil a li Iraqê serwer bike û wiha pê de çû: "Dewleta Tirk xêr û bêrên Iraq û Sûriyê talan kirin. Dema ku DAIŞ`ê herêm serwer kir  Tirkiyê petrola Sûriyê didizî û bi çavdêriya zavayê Erdogan li bazarên xwe difirot, her wiha dema Girê Spî jî dagir kir malên sivîlan, hilberîn, dikan û şûnwarên li herêmê dizîn û li bazara reş firotin. Di encamê de dewleta Tirk bi van kiryaran dixwaze nasnameya gelê herêmê biçewisîne. "   El-Ebid got ku dewleta Tirk li herêmê şêwazê qetilkirin û koçberkirinê dide meşandin û got: "Heke mirov kêmekî li dîrokê vegere dê bibîne ku heman siyaseta Sultanê Osmanî ye ku biryarê xwe dikuşt da ku nebe rikberê wî yê hikum, bi vî awayî şêwazên îşkenceyê pêş ket û kesên dijberî wan disekinîn yan wan dar ve dikirin û yan xazoq dikirin."   Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid di dawiyê de bang li azadîxwazên cîhanê û NY`yê  kir ku aramî û ewlehî li herêmên wan vegerin, dagirkeran ji herêmên derxînin da ku sûrî li ser xaka xwe di erk û mafan de wekî hev bin û got: "Em bang li civaka navneteweyî dikin ku zextê li Rûsyayê bike da ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dawî li şer were."