'Em amadene li dijî tecrîdê her bedelî bidin’ 2021-01-01 11:20:54 AMED - Girtî Şaban Yener ê di koma 4’emîn a çalakiya greva birçîbûnê de cih digire, diyar kir ku ji bo bi dawîkirina tecrîdê, ew amanede her bedelî bidin û banga destek kirina çalakiyê kir.  Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a li girtîgehan, di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê ku 22 salin li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê dimîne, hat destpêkirin, di roja 36’emîn de, dewam dike.   Şaban Yener ê 6 salin li Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê girtiye û berê jî 148 rojan ketibû greva birçîbûnê, di koma 4’emîn a çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger de, cih girt. Şaban Yener ê bi hevalên xwe Ramazan Aksû û Mahmût Aydin re tevlî çalakiyê bû, diyar kir ku daxwaza wan ewe ku tedrîda li ser Ocalan bi dawî bibe û bigihêje azadiya xwe.   BANGA PIŞTEVANIYÊ KIR   Yener, da zanîn ku ji bo bi dawî kirina tecrîdê ew amede her bedelî bidin û wiha gotf: “Berxwedana me wê ji çalakiya greva birçîbûnê ya sala 2018’an ne cudatir be. Piştgiriya derve de hêzê dide me. Ji ber vê yekê divê gel piştgiriyek mezin bide vê têkoşînê. Di vî warî de em banga hestiyarê li gelê xwe dikin. Îro tu tişt ji bo bi rêveberina têkoşînek mezin ne astenge.”    'KURD TECRÎD KIRINE’   Bavê Yenerê girtî Nîzamettîn Yener ê 54 salî jî, xwest ku daxwazên zarokên wan bên qebûlkirin û tecrîda li ser Ocalan rabe. Bavê Yener, diyar kir ku ger tecrîda li ser Ocalan rabe, wê tecrîda  li ser hemû girtiyan rabe û ev peyam da: “Îro li dijî hemû kurdên xwe nas dikin, tecrîdek giran heye. Di çalakiya greva birçîbûnê ya sala 2018’an de 8 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Divê ev neyê ji bîr kirin. Wezîrê Dadê berê got, ‘girtî ne dibin tecrîdê dene û Abdullah Ocalan dikare hevdîtinên malbatê, parêzer û telefonê bike.’ Ji bo vê jî soz da bû. Lê bi tu awayî ev gotinên xwe bi cih ne anîn. Di rewşa heyî de tecrîd girantir kirine. Ji ber girtiyan, carek din dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Êdî tehemil û sebra me nemaye. Ger carek din, ji girtîgehan cenaze derbikevin, wê Wezaret Dadê û rayedarên din çawan hesabê vê yekê bidin? Gelo wê ji bo vê çawan bersiv bidin? Divê vê pirsgirêkê çareser bikin. Ez bang li rayedarên dewlet û hikumetê dikilm. Sondên xwe bi cih bînin. Vê tecrîdê rakin. Êdî her kes baş dizane, tekane daxwazeke me heye, ew jî rakirina tecrîdê ye.”