Li Edeneyê 3 welatî hatin girtin 2021-01-01 11:16:28   EDENE - Li Edeneyê 2 kes jê hemwelatiyên Kobanê 3 welatî bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.   Li Edeneyê di çarçovaya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê bi rêve bir de duh di serdegirtinên malan de M.S., M.H. yên ji bajarê Kobanê ne û M.A. hatibûn binçavkirin. Piştî ku li Miduriyeta Polîsan a Edeneyê îfedeyên 3 welatiyan hat girtin, sewqî edliyê kirin. Dozgeriyê jî îfadeyên her sê welatiyan girt û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê ya Nobedar kir. Her sê welatî bi heman îdiayê hatin girtin û ew birin Girtîgeha Kurkçuler a Tîpa F.