Penaberan qeza kir: 2 kes mirin 2021-01-01 09:59:19   AGIRÎ - Li Bazîdê, wesayîta penaberan a ku dema polîsan ew şopandin li dîrekê qelibî û qeza kir. Di encama qezayê de 2 penaberan jiyana xwe ji dest dan.    Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê wesayîta bi plaqeya 34 DJB 688 ku penaber têde bûn û polîsan ew şopand ji rê derket û li dîrekê ceyranê qelibî. Di qezaya duh şev pêk hat de, 5 penaber birîndar bûn. Ji wan penaberên ku bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dr. Yaşar Eryilmaz a Dewletê 2 koçberan jiyana xwe ji dest dan.   2 POLÎS JÎ BRÎNDAR BÛN   Ji aliyê din wesayîta polîsan a ku wesayîta penaberan dişopand jî, qeza kir. Di qezayê de 2 polîs brîndar bûn. Hat hîn bûn ku rewşa polîsên ku rakirine nexweşxaneyê baş e.