Parêzera Yuksekdagê: Divê biryara DMME'yê pêk bînin 2021-01-01 09:08:58 ENQERE – Parêzera Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag Ezgî Gungordu, ji bo îdiayanameya Kobanê ku piştî biryara DMME'yê ya derbarê Selahattîn Demîrtaş de hat amadekirin got: "Em li bende hemleyekê bûn, lewma em ne heyirîn. Divê biryara DMME'yê pêk bînin."    Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 21'yê Kanûna 2020'an de biryar dabû ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş demildest bê berdan. Lê piştî biryara DMME'yê bi 8 rojan demildest derbarê "lêpirsîna Kobaniyê" de îdianameyek hat amadekirin. Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê Hevserokên Giştî yên HDP'ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de derbarê 27 siyasetmedaran de îdianame amade kiribû.    Parêzera Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdagê Ezgî Gungordu, îdianameya ku piştî biryara DMME'yê ya derbarê Demîrtaş de hat amadekirin nirxand.    Parêzer Gungordu, anî ziman ku piştî biryara DMME'yê texmîn dikirin ku dê bi tiştekî werê re rû bi rû bimînin û bêyî ku serlêdana wan a ji bo berdana Yuksekdagê bê bersivandin îdianameyeke wiha hatiye amadekirin.    ‘EM NE HEYIRÎN'    Gungordu got: "Em ji Ajansa Andoloyûyê pê hesiyane ku îdianame hatiye amadekirin. A rast em ne heyirîn. Li ber destê me tu dane tune ne bide der ku daraza Tirkiyeyê serbixwe ye. Îqtidar rasterast mudaxileyî darazê dike. Piştî Serokomar daxuyanî da bi du rojan îdianameya Kobaniyê berpêşî dadgehê hat kirin."    TESPÎTA DMME'YÊ ZELAL E    Gungordu, destnîşan kir ku lê belê dê îdianameya hatiye amadekirin bi tu awayî bandorê li biryara DMME'yê neke, ji lewra tespîtên DMME'yê yên derbarê 6-8'ê Cotmehê de pir zelal û aşkere ne. Gungordu got: "DMME dibêje 'Hûn bi betalkirina bêrîkirina parlementeriyê, nikarin darizandinên werê bikin.' Lewma derbarê dema parlementeriyê de çi qas lêpirsînan didin destpêkirin bila bidin destpêkirin. Dê nikaribin pêşî li ber biryara DMME'yê bigirin."   Gungordu, anî ziman ku çi qasî dixwazin bila ew qasî lêpirsînan veguherînin îdianameyan, lê belê dê nikaribin pêşî li ber tespîtên DMME'yê bigirin û got: "A ku divê bê kirin, ew e ku biryara DMME'yê pêk bê û di serî de Demîrtaş û bi giştî jî hemû siyasetmedarên HDP'î de divê derbarê darizandinên wan de biryara neşopandinê û beraatê bê dayîn."    ‘MECBÛR IN BIRYARÊ PÊK BÎNIN'    Piştî biryara derbarê Demîrtaş de, Serokomarê AKP'î Erdogan gotibû: "Em ê hemleyekê bikin." Gongurduyê ev gotin bibîr xistin û got: "Ev yek di biryara DMME'yê de hatiye etspîtkirin. Lê çi dikin bila bikin, mecbûr in biryara DMME'yê pêk bînin. Heger vê biryarê pêk neynin, dibe ku Tirkiye ji Konseya Ewropayê bê avêtin û ev yek jî dê bandorê li gelên Tirkiyeyê bike. Em bang dikin ku rojek berî rojekê biryara DMME'yê pêk bê."   MA / Berîvan Altan